Hat diyarkirin ku balefirên şer ên artêşa Tirk sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kirin û li ser herêma Behdînan digerin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, heta niha jî gera baleferan a li asîmanên Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Balafir bi taybet li ser herêmên Heftenîn, Metîna, Çemco, Avaşîn, Zapê digirin.
Heta niha nehat zanîn herêm hatine bombebarankirin an na.