Balefirên şer ên artêşa Tirk gundan bombebaran kir

Balefirên şer ên artêşa Tirk gundan bombebaran kir

Balefirên şer ên artêşa Tirk careke din gundên Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de rez û zeviyên gundiyan ziyan dîtin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) der barê êrîşên hewayî yên artêşa Tirk şevê din li hemberî Herêmên Parastinê yên medyayê pêk anî de daxuyaniyek da.

HPG-NÇRê der barê êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî ev agahî da:” Di 5’ê Mijdarê de di navbera saet 01.00-02.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Bermîzê û Neqeba Şêxzade ya bi ser Xakurkêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.

Di 5’ê Mijdarê de di navbera saet 01.00-02.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Sêdarê û herêma Sewra jor a bi ser Garê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de rez û zeviyên gundiyan zirar dîtiye.”