Balefirên şer yên ji Balefirgeha leşkerî ya Amedê rabûn, li Şirnexê Çiyayê Cûdî bombebaran kirin.
Balefirên şer yên F-16 ku ji 8'emîn Baregeha Jettan ya girêdayî Fermandariya Hêzên Hewayî ya Taktîka 2'emîn ya Amedê rabûn, li Şirnexê bombeyên xwe vala kirin. Hate zanîn ku balefirên şer ên ji Amedê rabûn, li herêma Sêguhka ya Çiyayê Cûdî ya Şirnexê bombebaran kirin.