Balefirên şer yên artêşa tirk ku serê sibê ji Amedê rabûn, sînorê Başûrê Kurdistanê derbaz kirin û herêmên Qendilê bombebaran dikin. Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, bombebaran didome, lê heya niha di derbarê bombebaranê de agahiyên zelal nehatine bidest xistin.