Balefirên şer ên artêşa Tirk, şevê din Herêmên Parastinê yên Medyayê yên di bin kontrola gerîlayan de bombebaran kirin.
Bombebaran saet di 02.00 de li dijî herêmên Xinêre û Xakûrkê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, deverên Mêrkê, Garê, Serê Şehê û Nehlê yên ser bi Dihokê pêk hat. Hate zanîn ku bombebarana li dijî herêmên girêdayî Dihokê bi qasî sê demjimêran berdewam kir.
Derbarê encamên bombebaranê de tu agahî nehatin bidestxistin.
Artêşa Tirk bi hincetên bombebarankirina kampên PKK’ê, êrîşên xwe yên hewayî yên li dijî Başûrê Kurdistanê dîsa zêde kirin. Di êrîşên hewayî yên Tirk de xelkê sivîl zirarek mezin dibîne. Herî dawî di 7’ê Îlonê de ji ber sedema bombebarana zêde gelek ajalên gundiyên li Xinêre û Xakurkê telef bibûn, bax û baxçe zirar dîtibûn.
Bi taybet ji salên 2007’an ve hema bêje hemû rojan êrîşên topbaranê têne kirin, bi sedan êrîşên hewayî çêbûn. Di êrîşê de herî zêde gundî jê bandor bûn. Gelek sivîlan di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan.
5’ê îlonê roja çarşemê saet nêzî 23.00’an de li hemberî Qendîlê êrîş pêk hat û di êrîşê de li gundê Duwele du gundiyên ku navê wan nehat hînbûn birîndar bûn. Hate hînbûn ku yek ji van jin bû.
24’ê tebaxê jî balafirên şer gundê Silê û Surede ya Qendîlê bombebaran kiribû û du gundî birîndar bibûn. Her wiha cewlîgek mirişkan jî wêran bibû. 7 hezar mirişk û gelek pez telef bibû.
7’ê tebaxa 2011’an li gundê Kortek yê Qendîlê êrîş pêk hatibû ji malbatekî 4 jê zarok 7 kes hatibûn qetilkirin.
herêmên di bin kontrola gerîlayên Kurd de yên Başûrê Kurdisatnê bi sedan kîlometre ye. Ji 8 herêman pêk tê: Qendîl, Metîna, Zap, Xakurkê, Xinêrê, Heftenîn, Garê û Zagros. PKK’ê diyar kiribû ku li herêmê kampên xwecih tune ne û mîlîtanên wan di nava sînor de ne.