Li Amedê tevgera hewayî careke din dest pê kir. Gelek balafirên şer ji Balafirgeha Leşkerî ya Amedê li ser hev rabûn.
Nehate zanîn ku balafirên şer ber bi kîjan alî de firiyan. Her roj ji Balafirgeha Leşkerî ya Amedê gelek balafirên şer radibin û tevgera hewayî şevê jî berdewam dike.
Herî dawî 30ê Mijdarê gundên herêma Qendîlê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatibûn bombebarankirin, û bax û zeviyên gundiyan ziyan ditibûn.