BI DÎMEN

Balafirên şer ên Tirk gundên Bakrîskan û Karox bombe kirin

Duh êvarê saet di navbera 08:00-09:00’an de balafirên şer ên dewleta Tirk Qendil bombebaran kirin.

Duh êvarê balaferên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi gel pêgerên bê mirov, Qendil bombebaran kirin. Li  derdora gundê Bokrîskan û Karox xistin.Di encamaêrîşê de ti wundahên canî û ziyan çênebûn.

Şeniyên gundê Bokrîskan diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze gundên li vê herêm bên vale kirin. Lê  welatiyan bibîr xistin ku ew xaka xwe bernadin, Qendil cih û warê wane, ti karê dewleta Tirk li vir nîne.

 Bomberdûma balafirên şer ên Tirk ji sala  2015 vir ve li ser Qendîlê dewam dike.