Balafirên şer ên Tirk bombeyan davêjin Qendîlê
Balafirên şer ên Tirk bi saeta xwecih ji saet 20.15’an ve ji Herêmên Parastinê yên Medyayê bombeyan davêje herêma Qendîlê.
Balafirên şer ên Tirk bi saeta xwecih ji saet 20.15’an ve ji Herêmên Parastinê yên Medyayê bombeyan davêje herêma Qendîlê.
Li gor çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên Tirk Qendîlê bombe dikin û vê saetê jî bomberdûman dewam dike. Hat ragihandin ku balafirên şer herêma Karox, gundê Wertê û gundê Ebûbekir ên Binarê Qendîl bombebaran dikin.
Liv û tevgera hewayî di van seatan de berdewam dike. Der barê encamên êrîşa balafiran de heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.