BI DÎMEN

Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Komûta û Bûkrîska barandin

Balafirên şer ên Tirk duh bi şev li derdora gundên Komûta û Bûkrîska dan. Ji ber êrîşê du xanî bi erdê re bûn yek. Gundiyan nerazîbûn nîşanî rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya li pêşberî êrîşan bêdeng e, dan.

Balafirên şer ên Tirk duh bi şev saet di 21:10'an de derdora gundên Komûta û Bûkrîska bombe kirin. Ji ber bomberdûmana bi desteka balafirên keşfê hat kirin, du xanî bi erdê re bûn yek.

Bextiyar Mehemed Seyfedîn ku ji ber çûbû cem xizmên xwe yên li Sengeserê ji komkujiyê rizgar bû, nerazîbûn nîşanî bombekirina xaniyê xwe da û got, "Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji vê berpriyar e. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê berpirsyar e ku balafirên şer ên Tirk ewçend bê perwa tê bombeyan li me dibarîne. Divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê nerazîbûnê nîşanî vê bide. Êdî nabe bi vî rengî bimeşe."

Ji koçerên li derdora gundê Komûta yê hat bombekirin bi cih bûne Hecî Mehemed jî da xuyakirin ku bomberdûmana duh hem bandor li wî hem jî li malbata wî û sewalan kiriye. Mehemed got, "Bomberdûmanê bandoreke ewçend dijwar li me kir, ku me got qey bombe li me hatiye barandin. Zarok gelekî tirsiyan. Bi şensê tiştek bi me nehat."

Hecî Mihemed jî nerazîbûn nîşanî rêveberiya Başûrê Kurdistanê da û got, "Divê balafirên şer ên Tirk nikaribin ewçend bi hêsanî erd û gundên Başûrê Kurdistanê bombe bikin. Pêwîste hikûmeta Başûr bi Erdogan û AKP'ê re hevkariyê neke. Bi vî rengî zerarê didin ax û gelê Kurdistanê. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin."

...