Balafirên şer ên Tirk bombe li bakurê Babê barandin: 10 sivîl mirin, 50 birîndar bûn
Dewleta Tirk li bajarokê Tadef ê Babê komkujiyek pêk anî. Ji ber bomberdûmana balafirên şer zêdeyî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Dewleta Tirk li bajarokê Tadef ê Babê komkujiyek pêk anî. Ji ber bomberdûmana balafirên şer zêdeyî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Dewleta Tirk a ku xaka Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dagir kiriye, li her cihê xwe digihînê komkujiyê dike.
Ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk, li bajarokê Tadef ê Babê herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, di nava kuştî û birîndaran de jin û zarok jî hene.
Bomberdûmanê her wiha ziyaneke mezin a madî jî li herêmê kir.
Dewleta Tirk ji roja dagirkirina Bakurê Sûriyeyê û vir ve gelek caran komkujî kiriye. Li başûrê Cerablûsê di êrîşên dewleta Tirk de bi dehan sivîl hatibûn qetilkirin û ev komkujî ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve hatibûn piştrastkirin.