Balafirên şer ên artêşa Tirk herêmên gerîla bombardûman kirin – HAT NÛKIRIN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel diyar kir ku balafirên şer ên Tirk Herêmên Parastinê yên Medya bombardûman kirine û got: "Artêşa Tirk bi vê bombardûmana dawî re agirbest yekalî bi temamî bi dawî kiriye.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel diyar kir ku gelek balafirên şer ên artêşa Tirk li hember qadên Şehîd Rahîme, Şehîd Bager, Şehîd Erdal, Şehîd Gafûr, Şehîd Afad, û Şaxê Nêriya yên girêdayî herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medya bomardûmanek pêk aniye. Fermandariyê got ku mafê xwe yê bersivdayînê veşartî dihêlin û got: “Diyar e yek ji xalên hevdîtina civîna MGK’ê ya tê gotin li ser esasê Sûriyeyê bû, plansaziya êrîşa li hember Herêmên Parastinê yên Medya bû. Artêşa Tirk a heta îro timî şert û mercên agirbestê binpê dikir, bi vê bombardûmana dawî re agirbest bi awayekî yekalî bi temamî bi dawî kiriye.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk Herêmên Parastinê yên Medya bombardûman kiriye. Fermandariyê di daxuyaniya xwe de got: “Ji destpêka sala 2013’an a wek destpêka Pêngava Çareseriya Demokratîk a Rêbertiya me daye destpêkirin, wek Hêzên Parastinê yê Gel ên Kurdistanê em li gor ruhê pêvajoyê tevgeriyane û di nav wê pêvajoyê de li hember êrîşên artêşa Tirk ji bilî bersivdayînên bi armanca hişyariyê ti tevgereke gerîla pêş neketiye. Lê di nav wê demê de ji aliyê Artêşa TC ve çêkirina qereqolên nû, çêkirina rê û bendavên bi armanca leşkerî hatine çêkirin, dîsa li Kurdistanê bi taybet jî li hember xetên sînor teqwiyeya leşkerî bi awayekî zêde hatiye kirin. Di sala 2014 û bi taybet jî mehên biharê yên sala 2015’an ve li hember hêzên me yên gerîla êrîş bi navber zêde bûne.” 

LI HEMBER QADÊN GERÎLA BOMBARDÛMANEKE BERFIREH

Navendê got: “Piştî civîna MGK’ê ji sala 2013’an ve cara yekemîn e balafirên şer ên artêşa Tirk li hember herêmên me yên gerîla bombardûmaneke berfireh pêk aniye.

Îro saet di navbera 09.10 û 13.00’an de qadên Şehîd Rahîme, Şehîd Bager, Şehîd Erdal, Şehîd Gafûr, Şehîd Afad, û Şaxê Nêriya yên girêdayî herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medya gelek balafirên şer bombardûmanek pêk aniye. Sibehê piştî saet 06.00’an ji Qereqola Oramar jî li hember heman herêman bi tank, hewan û obusan êrîş pêk hatine. Di encama van êrîşan de li qadên Şehîd Gafur û Şaxê Nêriya şewat derketiye û ev şewat hê didome. Di encama van êrîşan de hêzên ti windayî nedane.

ARTÊŞA TIRK AGIRBEST BI AWAYEKÎ YEKALÎ BI TEMAMÎ BI DAWÎ KIRIYE

Diyar e yek ji xalên hevdîtina civîna MGK’ê ya tê gotin li ser esasê Sûriyeyê bû plansaziya êrîşa li hember Herêmên Parastinê yên Medya bû. Bi vê êrîşê re derketiye holê ku hedefa esasî ya balafirên şer ku piştî civîna MGK’ê hat serwîskirin ku li hember endamên DAIŞ’ê yên li Cerablûs wek tedbîr tên amadekirin gerîlayên Azadiya Kurdistanê ne. Artêşa Tirk a heta îro timî şert û mercên agirbestê binpê dikir, bi vê bombardûmana dawî re agirbest bi awayekî yekalî bi temamî bi dawî kiriye. Ev êrîşa li hember hêzên me yên ne di nav ti amadekariyeke leşkerî de bûn, wek pêkanîna berhema zîhniyeteke ku naxwaze bi rêyên demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bike.”

‘MAFÊ ME YÊ BERSIVDAYÎNÊ VEŞARTÎ YE’

Fermandariya Navenda Parastina Gel diyar kir ku li hember vê êrîşa li dijî Herêmên Parastinê yên Medya mafê wan ê bersivdayînê veşartî ye û bang li tevayî raya giştî ya demokratîk û gelê welatparêz kir ku li hember vê êrîşê û yên weke wê hişyar û bi dîqet bin.