Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan ku tevlî civîna der barê hilbijartinê ya li bajarê Koln a Elmanyayê pêk hat, bû wiha got: “Dixwazin pergaleke tîpa Tirk yanî serokatiyê ya tîpa Tayyîp ku yekparêziyê ferz dike bikin jiyanê. Bila kes li qisûrê nenêre, em demokrasiyeke ji bo şexs taybet e qebûl nakin. Heta ku pergaleke ku hemû gel û bawerî xwe azad hîs bikin neyê avakirin, Tirkiye demokratîk nabe.”
Li bajarê Koln ê Elmanyayê civînek gel a bi rojeva hilbijartinê pêk hat. Nêzî 500 kes tevlî bûn û Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç û hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan tevlî civînê bûn.
WÊ DU ZÎHNIYET BIKEVIN PÊŞBIRKÊ
Yuksel Koç anî ziman ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê du zîhniyet dikevin pêşbirkê û got: “Yek dîktatoriya berê û nû, serdestî û yekparêziyê temsîl dike. Navê van AKP, CHP û MHP ye. Ya din jî pergala ku bawerî, nasname û azadiya jinan temsîl dike yanî HDP ye.”
EM Ê BI HEV RE TEVBIGERIN
Koç bi lêv kir ku li Elmanyayê mîlyonek û sê hezar zêdetir hilbijêrên Tirkiyeyî hene û got: “Ev alî di 50 salê koçberiya xwe de yekem car derfeta mudaxilbûna pergala welatê xwe dibin. Heta îro me piştgirî dida geşedanên li welatê xwe. Me bi nûnerên Kurd, Tirk, Ermenî, Suryanî, Çerkez, Laz, Misiliman, Elewî, Êzidî û Xiristiyanên li Ewropayê dijîn re di 16’ê Sibatê de li Kolnê platformek ava kir û me diyar kir ku em ê bersiva jiyana nû bidin û dengên xwe bidin HDP’ê. Em ê di 7’ê Hezîranê de daxwaza xwe ya azadiyê bînin ziman.”
BAKIRHAN: ŞERT Û MERC HÊ NEGUHERÎNE
Hevşaredarê Sêrtê Bakir çapemeniya alîgirê AKP’ê rexne kir û got: “Şert û mercên bûne sedema berxwedana gelê Kurd hê neguherîne. Li Tirkiyeyê mafên gelan, jinan û baweriyan hê nehatiye nasîn. Her roj jin li kolanan tên kuştin û gelek bawerî nayên qebûlkirin.”
DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BERDIN
Bakirhan destnîşan kir ku destpêkirina muzakereyan ji aliyên rastî ve wê pêngavek dîrokî be û got: “Yek ji daxwazên me yên sereke ev e. Divê pêşnûmeya ji 10 xalan pêk tê ya Rêbertiyê bê nîqaşkirin û hevdîtin bê meşandin. Lê her roj qetilkirina jinan, pêkanînên li girtîgeyan yên îstîsmara zarokan û zextên li ser hilbijêran zerarê dide pêvajoyê. AKP niyeta xwe ya baş bi berdana girtiyên nexweş dikare nîşan bide.
Gav bi gav ber bi dîktaroriya yek kesî diçin. Pergaleke tîpa Tirk yanî tîpa serokatiyê ya Tayyîp tê ferzkirin. Bila kes li qisûr nenêre. Em demokrasiyek taybet a ji bo şexs qebûl nakin. Heta pergaleke ku hemû gel û bawerî xwe azad hîs nekin neyê avakirin, wê Tirkiye demokratîk nebe. Kurd ne hezkiriyên çekane. Ji bo çek bêdeng be gelo AKP’ê heta niha kîjan gav avêt. Ji Ewropa û Qendîlê du kom hatin, lê endamên van koman bi dehan salî ceza girtin. Hê di girtîgehê de ne.”
Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Tê bi Kurdan re li hev bikî, muzakereyê bikî, polîtîkaya xwe ya der barê Kobanê û Rojava de biguherî. Tê xizmtiya xwe ya bi DAIŞ’ê re bi dawî bikî. Em bi kesên ku bi DAIŞ’ê re xizm in, rûnanin. Divê rêya ‘cîhadê’ bê girtin. Divê piştgiriya lojîstik a ji bo DAIŞ’ê bê vekişandin. Divê ti ji raya giştî ya Tirk re bêjî ku ev rêxistinek terorê ye. Kujerên her sê jinên şoreşger ên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin, bi dehan carî çûye Tirkiyeyê û hatiye. Kurd van tiştan ji bîr nakin.”
Bakirhan ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê bang kir ku bi ruhê seferberiyê tevbigerin.