Bakir ê ku di jêrzemîna wehşetê de hat qetilkirin, hat oxirkirin

Şervan Bakir (Şerger Mazdek) ê ku di berxwedana Cizîrê de hatibû qetilkirin, bi tevlîbûna hezaran kesî ve hat oxirkirin.

Şervan Bakir (Şerger Mazdek) ê ku  di “jerzemîna wehşetê” de hatibû qetilkirin û li navçeya Silopiyaya Şirnexê hatibû definkirin, îro li goristana Yenîkoy a Amedê bi tevlîbûna hezaran kesî ve hate oxirkirin. 

Li goristanê bi tîlîliyan, siniya heneyê û dirûşma “ Şehîd Namirin” ve cenaze hat peşwazîkirin. Piştî wecîbeyên olî  û dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Cîzîrê’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Tekoşîn Berxwedan Rêya Me Rêya Şehîdan’ cenazeyê Bakir li Amedê hate definkirin. 

DÎCLE: EM SOZ DIDIN…

Piştî rêzgirtinê Hevseroka MEYA-DER’ê Ayşe Dîcle axivî û wiha got: “Îro rûpelên dîroka Kurdistanê ji nû ve tên nivîsandin. Heval Şervan jî di van rûpêlan de destana berxwedanê nivîsî. Em di şexsê Heval Şervan de sozê didin hemû şehîdên berxwedanê ku em ê vê têkoşînê heta dawî bişopînin. Roj roja berxwedanê ye.” 

ŞÎMŞEK: ÇARESERÎ DI VE TÊKOŞÎNÊ DE YE

Hevserokê DBP’ê yê Amedê  Alî Şîmşek jî  axivî û ev anî ziman: “Heval Şervan îro li Amedê bû mevanê rêhevalên xwe. Çareserî li vê derê ye, di têkoşîna Heval Şervan û rêhevalên wî de ye.”

BAV BAKIR: EM Ê JÎ SERÊ XWE NETEWÎNIN

Bav Bakir jî wiha got: “Hevalê Şervan rêhevalê Mehmet Tunçan, Heval Ozguran û Serok Apo ye. Îro kombûna me li vê derê jî erkê me yê rexistinî ye. Ev ciwanê ku em îro li vê derê defin dikin ne zaroka min tenê ye, Heval Şervan zarokê hemû Kurdan e. Çawa ku wan li Cizîrê, Sûrê û Nisebînê serê xwe netewandin, em ê jî serê xwe netewînin.”

Merasîm piştî bav Bakir helbesta li ser lawê xwe nivîsî bû xwend, bi dawî bû.