Bajaroka Silûk ji aliyê hêzên YPG/YPJ’ê ve hatiye dorpêçkirin

Şervanên YPG’ê gund û 6 gundikên ku dikevin navbera bajarokên Silûk û Girê Spî (Til Ebyedê) ji çeteyan rizgar kirin. Bi vê yekê bajaroka Til Silûk bi temamî ket çembera şervanên YPG.

Şervanên YPG’ê gund û 6 gundikên ku dikevin navbera bajarokên Silûk û Girê Spî (Til Ebyedê) ji çeteyan rizgar kirin. Bi vê yekê bajaroka Til Silûk bi temamî ket çembera şervanên YPG.

Li gorî ajansa nûçeyan ANHA’yê, şervanên YPG’ê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Fermandar Rûbar ku ketiye roja xwe ya 38’an de îro ji saet 12.00’an û heta niha gundên Umer, Helûl, Rustem, Ezam, Dara û 6 gundikên derdora wan ku di kevin navbera bajaroka Silûk û Girê Spî ji çeteyan paqij kirin. Di encama operasyonên sê rojên dawî yên şervanên YPG/YPJ’ê bajarokê Silûk bi temamî ketiye çembera şervanên YPG’ê. Hat ragihandin ku çeteyên derbeyên giran ji şervanan dixwin herêmên jê direvin mayînan lê bi cih dikin, her wiha li herêma Silûk gelek dever dane şewitandine.

Hêzên YPG/YPJ’ê şevêdin jî di encama operasyonekê de gundên Xwuvetla, Renin û 3 gundên ku navên wan nehatin zanîn, her wiha 6 gundikên li bakûr û başûrê bajaroka Suluk ji çeteyan paqij kirin.