Dîroknas Seyît Ercîn diyar kir, ji bajarên veşartî yên qedîm ên Mezopotamya Jorîn Erzen bi komkujiyeke mezin a Mogolan re rû bi rû ma û ragihand, ku di navbera salên 1.500 û 1.700'î de jî bajarê Erzen ê dîrokî li ser piyan bû.
FERHAT ARSLAN
ÊLIH / ANF
çarşem, 20 avrêlê 2016, 07:02
Dîroknas Seyît Ercîn diyar kir, ji bajarên veşartî yên qedîm ên Mezopotamya Jorîn Erzen bi komkujiyeke mezin a Mogolan re rû bi rû ma û ragihand, ku di navbera salên 1.500 û 1.700'î de jî bajarê Erzen ê dîrokî li ser piyan bû.
Yekemîn bajarê Sumeran bajarê Erzîn ê li quntarên Çiyayê Mereto û li qiraxa Çemê Xerzanê beriya hezaran salî hat çêkirin, tevî hemû dagirkeriyan jî şopên wê îro jî tên dîtin. Bajarê Erzen ê kevnare, ku yekemîn wargeh-bajarê cîhanê ye, bi gefa HES û bendavên li ser çemê Dîcle û Firatê re rû bi rû ye. Dîroknas Seyît Ercîn der barê şaristanî û qewmên li bajarê Erzenê man de agahî da û anî ziman, ku bajarê Erzen ê heta salên 1.700 li ser piyan ma, dîroka wê ya 500 salên dawî tarî ye.
ŞOPA ÎMPARATORIYÊ TÊ DÎTIN
Ercîn diyar kir bajarê Erzen, herêma ji Gola Masiyan û Kela Şêx Baç ên li biniya Dîkran û Kerta ye û got, "Erzen bajarekî serdema navîn e. Erzen ê li qiraxa Çemê Xerzanê hatiye çêkirin, yek ji wargehên destpêkê yên dîroka mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê civakên destpêkê li vê derê bi cih bûn. Xwedî dîrokek ji hezaran salî ye. Ji ber ku xwedî erdekî berhemdar e, mirovahiyê ti carî dest jê bernedaye. Tê zanîn li Erzenê Sûbarû jiyan e. Sûbarû xizmên Hûriyan e. Hûrî, Mîtanî, Sumer jiyan e. Babîlên destpêkê û yên dawî li Erzenê jiyan e. Yewnan jiyan e, Romayî jiyan e, Sasanî jiyan e. Bi kurt û kurmancî di wê demê de çiqas şaristanî hebin, hemû li vir man e. Şopa gelek ji van civak û împaratoriyan îro jî li Erzena dîrokî tên dîtin."
MOGOLAN LI ERZENÊ KOMKUJÎ PÊK ANÎN
Ercîn da zanîn, ku Mogolan piştî komkujiyeke mezin lê kir, li vê Erzenê serdest bûn diyar kir, Medî jî li bajarê Erzenê man. Ercîn got, "Medî di salên 300'î yên Beriya Zayînê li Erzenê man. Ji xwe di destpêkê de weke bajarê Sûbariyan diht dîtin. Tevî vê yekê Hûrî û piştre qewmên çolê hatin. Şerefxan di Şerefnameya xwe de jî qalê dike; Mogolî tên, Tîmûr bajarê Erzenê serûbin dike, lê bajarê Erzenê ji nû ve tê avakirin. Qewmekî din ê Tirk jî li vir dibe xwedî hikum. Lê belê bi komkujiyên mezin ve Erzenê bi dest dixin. Eyûbî bajarê Erzenê ji vê qewma Tirk distînin. Ji xwe Erzen di wê demê de di destê Eyûbiyan de bû û bi rizgarkirina bajarê Erzenê re tola komkujiya mezin a hat kirin, hilanîn.
Herî dawî di navbera salên 1.500 û 1.700 de bajarê Erzenê li ser piyan ma. Bi taybetî dîroka li erdnîgariya me hinekî tarî ma ye. Ji ber ku ti ji xebatên arkeolojîk nîne."