Ayşenûr Geçît a 6 salî jiyana xwe ji dest da

Yek ji du zarokên duh êvarê li Cizîrê ji ber teqîna cismekî dîtibûn birîndar bûn, Ayşenûr Geçît a 6 salî jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, duh danê êvarê li taxa Cûdî zarokan cismek dîtin û bi wan teqiya. Ji wan zarokan Harûn Çagli yê 4 salî di rêya nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da, Ayşenûr Geçît a 6 salî jî bi birîndarî şandin Nexweşxaneya Dunyayê ya Taybet a li Êlihê. Geçît a ji duh ve li nexweşxaneyê di unîteya lezgîn de tedawiya wê dewam dikir, tevî hemû mudaxleyan jî jiyana xwe ji dest da. 

Cenazeyê Geçît, şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê. 

Piştî karên otopsiyê wê cenazeyê Geçît ji bo definkirinê bişînin Cizîrê. 

Her wiha Harûn Çagliyê ku duh di heman teqînê de jiyana xwe ji dest da û ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, wê îro ji aliyê malbatê ve ber bi Cizîrê bê verêkirin. 

Hat ragihandin wê cenazeyên Çagli û Geçît li Goristana Asrî ya Cizîrê bên definkirin.