Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna got, "Heta ku pêşî li siyaseta demokratîk venebe, wê çek her tim mîna amûrekê bimîne. Ev yek ne bi tenê PKK'ê eleqedar dike. Ev, rastiyeke civakî, sosyolojîk e. Ji xwe li Rojhilata Navîn rastiya DAIŞ'ê heye."
Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Emîn Ayna, rewşa dawî ya pêvajoya çareseriyê, pêşnûmeya ji 10 xalan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kir ji ANF'ê re nirxand.
Ayna bal kişand ser daxuyaniya hevpar a heyeta HDP'ê û rayedarên hikûmetê û diyar kir ku li pêşberî raya giştî aşkerakirina deklarasyona 10 xalan girîng e.
Ayna ragihand ku bi vê deklarasyonê re dewletê li pêşberî raya giştî, ji bo 10 xalên hatin destnîşankirin soz daye û got, "Eger bi tenê heyetê ev 10 xal aşkera bikira, hingî rewşeke welê derketibûya holê ku mîna Serok Ocalan van 10 xalan dixwaze. Heta roja îro ji Îmraliyê gelek pêşnûmeyên çareseriyê hatin, lê belê ev pêşniyara aliyekî bû. Lê belê îro dewlet û heyet li kêleka hev rûniştin, derketin pêşberî raya giştî û 10 xal aşkera kirin. Heta niha dewletê dikarîbû bigota, 'Îmrali behsa van 10 xalan dike, daxwaza Ocalan e. Weke hikûmet me mora xwe neavêtine binê tiştekî bi vî rengî' û xwe vekişanda. Lê belê di rewşa heyî de, van 10 xalan ne tenê Ocalan, berdevkê hikûmetê Yalçin Akdogan jî dibêje. Li pêşberî raya giştî sozek hatiye dayîn. Lewma em êdî dikarin ji AKP'ê re bêjin, 'Te îmzeya xwe avêtin binê van 10 xalan, li gorî wê tevbigere."
Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna da xuyakirin ku di roja îro de ji ber ku ti çareyeke din a dewletê nemaye, qebûl kiriye ku li gel hev daxuyaniyê bide û got, "Lê belê demokratîkbûyîna vê çareseriyê bi me ve girêdayî ye. Tişta ku em ji siyaseta demokratîk fêm dikin; her cihêrengî cihêrengiya xwe biparêze û bi nasnameya xwe ya cuda siyasetê bike ye. Ji xwe xala destpêkê ya pêşnûmeya 10 xalan jî, ku li gorî min xala diyarker e, li ser siyaseta demokratîk e. Çareseriya her tiştî di wir de veşartî ye."
BERIYA HER TIŞTÎ DIVÊ PÊŞÎ LI SIYASETA DEMOKRATÎK WERE VEKIRIN
Ayna da zanîn ku di rewşa heyî de pêşiya siyaseta demokratîk girtî ye û destnîşan kir ku bi 'Pakêta Ewlekariya Hundir' re hewl tê dayîn hîn bêhtir pêşî lê were girtin.
Ayna ev xal destnîşan kir: "Başe gelo di vê rewşê de wê çek çawa bêdeng bibin? Eger heyeta hikûmetê û heyeta HDP'ê bi hev re daxuyaniyekê didin û bi hev re diyar dikin divê pêşî li siyaseta demokratîk were vekirin û çek bêdeng bibe, hingî li gel bêdengiya çekan divê pêşî li siyaseta demokratîk were vekirin. Heta ku pêşî li siyaseta demokratîk venebe, wê çek her tim mîna amûrekê bimîne. Ev yek ne bi tenê PKK'ê eleqedar dike. Ev, rastiyeke civakî, sosyolojîk e. Ji xwe li Rojhilata Navîn rastiya DAIŞ'ê heye. Di rewşeke ku li Rojhilata Navîn hemû rêxistin, dewlet, eşîr radihêjin çekan û gel bi hev ketine de, Kurdên ku civateke bê dewlet e, wê bi çi rengî mafên xwe yên parastina cewherî, siyasî, çandî û civakî biparêzin û mekanîzmayên vê yên parastinê biafirîne?"
Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna ji bo pîrozbahiyên Newrozê ev xal destnîşan kir: "Newroz ne tenê cejneke neteweyî ye, di heman demê de cejneke siyasî ye. Lewma peyama me jî wê siyasî be. Li erdnîgariya Mezopotamyayê Newroz îsyana li hemberî zext û sîstema mêtîngeriyê ye. Di her cejna Newrozê de em soza xwe ya siyasî li hemberî mêtîngeriyê bilêv dikin. Di vê Newrozê de jî em ê vê bikin."