Aydogan: Rêberê Gelê Kurd Ocalan xwedî vînek ji pola ye
Aydogan got, "Hikûmeta AKP'ê, têkildarî neçareseriya pirsgirêka Kurd kengî biryara şer digire, kengî dikeve nava pêvajoyeke şer, beriya her tiştî tecrîda li Îmraliyê dişidîne."
Aydogan got, "Hikûmeta AKP'ê, têkildarî neçareseriya pirsgirêka Kurd kengî biryara şer digire, kengî dikeve nava pêvajoyeke şer, beriya her tiştî tecrîda li Îmraliyê dişidîne."
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan got, "Hikûmeta AKP'ê, têkildarî neçareseriya pirsgirêka Kurd kengî biryara şer digire, kengî dikeve nava pêvajoyeke şer, beriya her tiştî tecrîda li Îmraliyê dişidîne."
Desthilatdariya AKP'ê, di bin navê polîtîkayên şer ên li Kurdistanê de, zêdeyî saleke tecrîdeke giran li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne. Pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk a di 3'ê Çileya 2013'an de destpê kir, di 4'ê Nîsana 2015'an de piştî daxuyaniya 'pêvajoya çareseriyê hatiye sekinandin' a desthilatdariya AKP'ê, têk çû. Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdeke şidandî de tê ragirtin. Desthilatdariya AKP'ê ya di tecrîdê de israr dike, polîtîkayên xwe yên şerê qirêj didomîne.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Nûrsel Aydogan, der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ANF'ê re axivî.
'HIKÛMETA AKP'Ê LI DIJÎ MIROVAHIYÊ GUNEHAN DIKE'
Aydogan diyar kir, hikûmeta AKP'ê ev 14 sal in hewl dide bi tena serê xwe li ser desthilatdariyê bimîne û got, "Hikûmeta AKP'ê ev 14 sal in, li hemberî Îmraliyê polîtîkaya hikumxwarekî taybet dimeşîne. Polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê, nepêkan e di çarçoveya qanûna ceza ya li Tirkiyeyê de bê pênasekirin. Hikûmeta AKP'ê, di mijara neçareseriya pirsgirêka Kurd de kengî biryara şer digire, kengî derbasî nava pêvajoyeke şer dibe, wê çaxê beriya her tiştî tecrîda li Îmraliyê dişidîne. Pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk di 3'ê Çileya 2013'an de destpê kir û heta 5'ê Nîsana 2015'an dewam kir. Di nava vê demê de hin hevalên me yên parlamenter çûn Îmraliyê û hatn. Lê belê kengî hikûmetê dawî li pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk anî û xwest pirsgirêka Kurd bi rêya şer çareser bike, wê demê tecrîda li Îmraliyê hat şidandin."
'RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN XWEDÎ VÎNEK JI POLA YE'
Aydogan bibîr xist, tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî saleke dewam dike û got, "Tecrîd li gorî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî gunehê li dijî mirovahiyê ye. Hikûmeta AKP'ê roj bi roj hîn bêhtir li dijî mirovahiyê gunehan dike. Ev gunehê li hemberî mirovahiyê ne tenê ji aliyê me ve, ji aliyê her kesên alîgirê demokrasî, aştî û azadiyê ve ne ya bê qebûlkirin e. Tiştekî bi tenê li pêşiya AKP'ê heye, ku divê bike; terikandina vî gunehê mirovahiyê ye. Yek ji pirsên herî girîng jî ev e; hikûmeta AKP'ê ev 16 sal in çima Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdê de radigire? Yek ji sedemên girîng ên meşandina tecrîdê, armanca şikandina vînê ye. Bi ragirtina di nava tecrîdê de hewl tê dayîn vîna berxwedan û têkoşînê were şikandin. Û em dibînin bi salan e di vî warî de bi ser neketine.
Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê şerekî berxwedanê dimeşîne û ev şer qezenc kiriye. Birêz Ocalan xwedî vînek ji hesin, vînek ji pola ye. Bêguan tecrîd şerekî psîkolojîk e li hemberî mirovan tê meşandin. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi vîna xwe ya ji pola ve ev şerê psîkolojîk pûç kiriye. Ji vê kêliyê û pê ve ti gaveke hikûmeta AKP'ê di mijara şikandina vînê de bavêje, nîne."
'OCALAN LI GELEMPERIYA CÎHANÊ WEKE LÎDEREKÎ, PÊŞENGEKÎ HATIYE QEBÛLKIRIN'
Aydogan ragihand, yek ji sedemên şidandina tecrîdê, daxwaza qutkirina têkiliya gelê Kurd û Rêberê Gelê Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hikûmeta AKP'ê ev 14 sal in dixwaze têkiliya navbera gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd bibire. Gelê Kurd û dostên Ocalan xwedî rastiyeke welê ne, ku çiqasî agahî ji Birêz Ocalan negirin jî wî di dilê xwe de didin jiyîn. Di vê mijarê de jî AKP bi ser neketiye. Bi îmzeya 3 mîlyon kesî re Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan li cîhanê weke lîderekî, weke pêşengekî hatiye qebÛlkirin. Bi tecrîda bi vî rengî û polîtîkayên şantajê re ji dilê gelê Kurd nikare bê derxistin.
Hikûmeta AKP'ê bi ragirtina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve dixwaze mesajekê bide PKK'ê. Bi rengekî vekirî dixwaze vê bêje; 'Eger hûn şer mezin bikin, ez ê jî rêberekî ku gelê Kurd ji xwe re weke rêber û lîder dibîne, di nava tecrîdê de rabigirim'. Di vir de li gorî xwe dixwazin PKK'ê bêbandor bike û Birêz Ocalan jî ji têkoşîna wî vegerîne. Ji ber ku di her demeke şer de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hatiye şidandin. desthilatdariya AKP'ê vê yekê bi awayekî vekirî vedibêje; 'Ocalan esîrekî di destê min de ye'. Gelo AKP wê di vir de bi ser keve? Bêguman li pêş çavan e ku bi ser nakeve."
'DIVÊ GELÊ KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ DERKEVE'
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Aydogan da zanîn, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan du rê hene û got, "Li hemberî vê tecrîda zêdeyî saleke dewam dike, divê gelê Kurd ji AKP'ê re bêje 'bes gunehan li dijî mirovahiyê bikin' û dakeve meydanan. Di vê mijarê de çi destê gelê me tê, ne tenê li Tirkiyeyê li cîhanê bike, çalakî û xwepêşandanan lidar bixe. Rêya din jî vegera li pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk. Lê eşkere ye ku bêyî Ocalan ev pêvajo nikare were destpêkirin. Dixwazim bi taybetî destnîşan bikim ku bêyî Birêz Ocalan li dora maseyekê kes nikare li hev bicive. Ji ber ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de afirînerê aştiyê Birêz Ocalan e."