Bi tevlîbûna parlementerên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî, Aydin Erdem yê bi guleya polîsan hate qetilkirin li ser gora xwe hate bi bîranîn. Di bîranînê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk got: "Dijmin ew kir hedef û ew kuştin."
Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem yê di çalakiya şermezarkirina girtina DTP'ê ya di 6'ê kanuna 2009'an de di êrîşa polîsan de bi guleya polîsan hate kuştin, li ser gora xwe hate bi bîranîn. Aydin Erdem bi boneya 6'ê kanûnê 3'emîn salvegerê li goristana Gundê Resina yê Mêrdînê li ser gora xwe ji aliyê nûner û rêveberên saziyên sivîl ên civakî ve hate bibîranîn.
Di merasima bi bîraninê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahim Bînîcî, rêveberên MEYA-DER, MADAY-DER û gelek kesên din amade bûn. Komê di merasimê de posterên Aydin rakirin û siloganên "Şehîd namirin", "Bijî serok Apo", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" qêriyan.
Di merasimê de bavê Aydin Erdem Mahmut Erdem diyar kir ku, kurê wî ji bo zilma dewletê ya li ser gelê Kurd şermezar bike ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Erdem diyar kir ku, ew hemû şehîdên Kurdistanê bi hurmet bi bîr tîne û di rêya şehîdan de bimeşin.
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî li ser gorê axivî û wiha got: "Bi hezaran heval û hogirên me yên Kurd tevlî karwanê şehîdên Kurdistanê bûne. Ji bo azadiya kurdan jiyana xwe ji dest dan. Kurd ji bo jiyanek bi rûmet têkoşîna azadiyê didin. Ji ber vê yekê dibin hedef. Kurdan bedelên mezin dan û nêzî azadiyê bûn. Ger ku em îro siyasetê dikin bi xêra şehîdên me ne. Li gel hemû zext û zilma dewletê Kurd di doza xwe ya azadiyê de israr dikin. Aydin Erdem ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya û dijmin ew bi zanebûn kir hedef û ew qetil kir.
Girseya li ser gorê kom bibûn piştî bîranînê çûn Navenda Etûta Mehmet Yalçin û tevlî bernameya bîranîna Aydin Erdem bûn. Di bernameya Navenda Etûtê ya Mehmet Yalçin de bernameya sînevîzyon û konsera Seyda Perînçek hate lidarxistin.