Aydemîr û Dundar ên YPG'yî ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin veşartin
Şervanên YPG'ê Îbrahîm Aydemîr û Îhsan Dundar ên di şerê li Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin veşartin.
Şervanên YPG'ê Îbrahîm Aydemîr û Îhsan Dundar ên di şerê li Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin veşartin.
Cenazeyên şervanên YPG'ê Îbrahîm Aydemîr (Egîd Amed) û Îhsan Dundar (Îhsan Amed) ên di şerê piştî êrîşa 25'ê Hezîranê ya çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Rihayê, danê êvarê anîn Amedê. Li dû wecîbeyên olî girseya gel li mizgefta li Goristana Yenîkoyê kulîlk danî ser darbestên Aydemîr û Dundar, ew hilgirt ser milan û ber bi Goristana Yenîkoyê ve bir. Di meşê de dirûşmeyên "Şehît namirin" û "Bijî berxwedana YPG'ê" hatin qîrîn.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Parlementerê HDP'ê yê Amedê Nîmettûllah Erdogmuş, rêveberên HDP û DBP'ê û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Aydemîr û Dundar û alên YPG'ê hatin hilgirtin. Piştî meşê cenazeyên şervanên YPG'ê bi duayan û dirûşmeyan hatin definkirin.
Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'ê Mehmet Yaşar axivî û sersaxî li malbatên YPG'iyan da û diyar kir ku wê her tim xwedî li têkoşîna kesên ji bo gelê Kurd canê xwe feda kirin derbikevin. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî diyar kir ku gelê Kurd û Kurdistanê li çar parçeyan li ber xwe didin û ji rojên dîrokî re derbas dibin.
Piştî axaftinan welatî ji goristanê derketin. Serdanên sersaxiyê wê li Mala Şînê ya Dercimîtiyan bên qebûlkirin.