Aydar: Eger dewlet çareseriyê dixwaze divê bi Serok Apo re hevdîtinê bike

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û got, "Eger dewlet dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, divê bi Serok Apo re hevdîtinê bike."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û got, "Eger dewlet dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, divê bi Serok Apo re hevdîtinê bike."

Aydar bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku salek li dû xwe hişt û got, "Tam bû salek, ku tecrîda li ser Serok Apo hatiye şidandin. Em hemû baş dizanin; tecrîd sedema şer e. Di ser destpêkirina şerê diqewime de 32 derbas bûn. Çareseriya vê pirsgirêkê bi serketina leşkerî ya aliyekî dibe. Lê niha tiştekî bi vî rengî xuya nake. naxwe şer naqede. Rêyeke din a vê nîne. Eger hevdîtin nebe, şerê destpê bike. Alternatîfa vê nîne. Ji xwe amadekariyên xwe jî di vê çarçoveyê de kiribûn. Di 24'ê Tîrmeha 2015'an de bi dehan balafiran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Bi gotina wan 'mezintirîn operasyona hewayî ya dîrokê' bû. Ev tê wateya 'min te li dora maseyê teslîm negirt, ez ê te bi çekê teslîm bigirim'. Ev roj jî bi zanebûn hatiye hilbijartin. 24 Tîrmehê rojeke rasthatî nîne. Roja îmzekirina Peymana Lozanê ye. Bi zanebûn û bi plan hatiye hilbijartin."

Aydar da xuyakirin, ku dewleta Tirk ji destpêkê ve bi samîmî tevnegeriya û got, "Xwedî li mutabaqata Qesra Dolmabahçeyê derneketin. Xwedî li sozên xwe derneketin."

Aydar bibîr xist, ku di çarçoveya bicihanîna sozên dewletê dayî de, vegera wî ya li welêt jî di rojevê de bû û wiha dewam kir: "Di wê demê de bi daxuyaniyên Erdogan re ev mijar jî sekinî. Beriya wê heyetê û nûnerên hikûmetê bi hev re li vê mijarê axivîbûn. Musteşariya Ewlekariya Cemaweriyê di hevdîtina bi Serok Apo re gotibû, 'Bila bên, pirsgirêk nîne'. Li wir jî temam bû. Serok Apo jî got, 'Bila bên'. Dûre rayedarên hikûmetê li heyetê geriyan û gotin 'bila neyên'. Çûyîna me parçeyek ji pêvajoyê bû. Ji xwe pêvajo jî piştî wê demê xitimî."

'DI NAVENDÊ DE SEROK APO HEYE; DIVÊ BI WÎ RE HEVDÎTIN WERE KIRIN'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar der barê îdîayên li ser hebûna hevdîtinên rayedarên dewletê bi Ocalan re got, "Em nizanin. Heta ku bi me re hevdîtinê neke, em weke ku hevdîtin nehatiye kirin dibînin û dihesibînin. Em vê qebûl nakin. Eger dewlet dixwaze pirsgirêka çareser bike, divê bi Serok Apo re hevdîtinê bike. Ji ber ku niha li navendê Serok Apo heye. Tevgera me jî ew weke sermuzakerevan hilbijartiye. Divê ev yek bi awayekî vekirî bê kirin."