Ayata: Kurd civakeke qurbanî nîne

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata destnîşan kir pêşdîtin û kesayetiya pêngavî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevkariyeke mezin li serketina HDP'ê ya di hilbijartinan de kiriye.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata destnîşan kir pêşdîtin û kesayetiya pêngavî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevkariyeke mezin li serketina HDP'ê ya di hilbijartinan de kiriye.

Ayata endamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê, serketina HDP'ê û êrîşên kontra yên li hemberî gelê Kurd tên kirin, ji ANF'ê re nirxand.

Ayata bal kişand ser dijwariya hilbijartinên 7'ê Hezîranê û got, "Ji hilbijartinan wêdetir mîna ku li qadan şer heye, atmosferek hat afirandin. Weke encama vê atmosferê jî bûyerên şîdetê rû dan. Di hedefa şîdetê de jî HDP û Kurd hebûn." Ayata da xuyakirin ku her tim ji bo selamat û lîstikên siyasî yên dewletê Kurd, Elewî û hemû hindikahî hatine qurbanîkirin û got, "AKP'ê di van hilbijartinan de jî Qurana Pîroz li meydanan bikar anî bi gotina ateîst, cihêkar û Zerduşt re HDP bi awayekî plankirî hedef nîşan da. Yanî ji bikaranîna dîn heta bi her awayî binpêkirina pîvanên destûra bingehînî, AKP'ê her tişt ceriband. Li gelek devearn êrîşî buro û xebatkarên HDP'ê kir."

Ayata diyar kir ku tevî hemû êrîşan jî derbasbûna HDP'ê ya ji bendê û pêşîgirtina li planên serokatiyê yên Erdogan, werçerxeke û got, "Hemû êrîşên li Tirkiyeyê yên li hemberî HDP'ê, hewldana komkujiyê ya li Amedê, berhema mejiyê dewletê ye."

Ayata bal kişand ser israr û rola Rêberê Gelê Kurd Abdllah Ocalan a di serketina HDP'ê de û ev xal destnîşan kir: "Di demên destpêkê de Rêbertî got, ku bila DBP giraniyê bide xebatên avakirinê yên li Kurdistanê, di ser şaredariyan bixebite. Ji ber ku madiyatî li vê qadê gelekî derdiket pêş. Jİ bo pêşîgirtina li vê rewşê xwest ji hev cuda bike û HDP veguherand projeyeke Tirkiyeyê. Yanî xwedî li mîrateya paşerojê derket, xwedî li bîranîna Mahîran, Denîzan û Kaypakkayayan derket û ev proje bi pêş xist. Bi rastî jî potansiyeleke mezin hebû, lê ji hev belavbûyî bû. Diviyabû ev potansiyel li cihekî were komkirin û têkoşîna şoreşgerî ya rast were meşandin. Rêbertî ev kir û HDP afirand."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata ragihand ku encamên hilbijartinê nîşan daye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çiqasî pêngavî û pêşdîtiniyî ye û got, "Diviyabû hevsengiyên bi kêrî AKP'ê dihatin bihata şikandin, ev yek bi derbasbûna HDP'ê ya ji bendê dikarîbû bihata şikandin. Eger AKP ji hikûmetê bikeve wê careke din nikaribe rabe ser piyan û eger di çarçoveya demokratîk de xwe neguherîne wê serberjêriya wê dewam bike. Erdogan qesrê biterikîne û bê ser AKP'ê jî êdî sêhr xera bû. Nikare ya Kurdan lê kir ji bîr bike. Yên ji wan veqetiyan, êdî li wan venagerin. Davûtoglû yê reben jî dixwest xwe weke Erdogan bike, diqîriya û xwest nîşan bide ku ew jî lîdereke. Lê belê civakê nîşan da ku ew lîderekî sûnî ye."

ENCAMÊN DÎROKÎ

Ayata anî ziman ku ev encamên hilbijartinê dîrokî ne û destnîşan kir ku eger ev yek wee şoreşeke demokratîk bê pênasekirin wê ji aliyê HDP û pêkhateyên wê ve ne şaş be. Ayata da xuyakirin ku li Tirkiyeyê pêngava destpêkê ya cidî ji aliyê eniya karkeran ve bi avabûna koma Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) a sala 1965'an li parlamentê pêk hat, piştî wê nûbûna herî cidî di sala 1991'ê de li parlamentê bi avabûna koma bi nasnameya Kurdan xwe da der û pêngava herî dawî jî rewşa îro ye.

NIHA ÊDÎ DI NAVA ŞERTÊN WEKHEV DE DU HÊZ HENE

Ayata bal kişand ser nîşqanên koalîsyonê jî û anî ziman ku di şert û mercên heyî de HDP nakeve nava koalîsyonek bi AKP'ê re û ev nirxandin kir:

"Li ser kîjan bingehê koalîsyon dibe? Eger AKP xwedî li pêvajoya aştiyê derkeve, bixwaze bi projeyeke hevpar re vê bimeşîne, li ser vê bingehê ji guhertina destûra bingehîn, çareseriyeke mayînde û rakirina saziyên 12'ê Îlonê ji qanûna hilbijartinê hin projeyan derxîne holê, hingî koalîsyona HDP û AKP'ê dikare bê nîqaşkirin. Yan jî hikûmeta hindikahî ya AKP'ê ji derve ve dikare bê destekkirin. HDP bi ser ket û soza xwe bicih anî. Gotin em ê Erdogan nekin serok, em ê dengên xwe pêşkêşî AKP'ê nekin, em ê kesî nexapînin. Gotin bila her kes vê zanibe, raya giştî vê zanibe. Ji ber ku demekê hin nûçeyên bêbingeh hatin weşandin. Agahiyên mîna ku 'AKP-HDP li hev kirine, dengên HDP'ê wê ji AKP'ê re biçin'. Lê belê di encamê de gumanên bi vî rengî hatin pûçkirin. Niha êdî di nava şert û mercên wekhev de du hêz hene. AKP ji hikûmetê hatiye xistin û dawî li xeyalên Erdogan ên serokatiyê hatiye anîn. Di vê mijarê de HDP serketî ye. Li ser bingeha berfirehkirina azadî, maf, demokrasî û aştiyê, ji bingeha HDP'ê jî dibe ku daxwaza peyman û lihevkirinê hebe."

Ayata di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên kontra yên piştî hilbijartinê li hemberî gelê Kurd hatin kirin û ev yek destnîşan kir:

'KURD NE KU NIZANE KÊ EW KUŞTIYE'

"Me êdî nas kir ku li Rojhilata Navîn kî dijminatiyê li Kurdan dike. Tecrûbeyek derket holê. Hêzeke li dijî Kurdan rahêje çekê, ji bilî kontrgerîlatî û sîxuriyê ti şensekî xwe nîne. Yên ku îro hewl didin PKK'ê tine bikin, yên dixwazin PKK'ê ji hev belav bike, mafê jiyanê nava wan. Yên hewl didin tevgereke ev çil sal in li ber xwe dide bieciqîne, gelo wê van hêzên nû bide jiyîn? Divê civata Kurd li hemberî van hişyar be. Kurd civakeke qurbanî nîne. Pêwîste rayedarên dewleta Tirkiyeyê jî vê fêm bikin. Yên ji wan re xulamtiyê dikin jî divê vê fêm bikin. Li gorî kêfa dilê xwe tuyê rabî rahêje çekan, mirovan bikuje. Ev ji bo dewleta Tirk wê bibe propaganda 'Kurd hevdu dikuje'. Lê belê êdî Kurd ne ku nizane kê ew kuştiye.

'EM NAXWAZIN ŞERÊ XWE LI DERVEYÎ ARMANCÊN XWE BIMEŞÎNIN'

Kurd êdî zane bûne, civakeke dikare xwe biparêze. Komek rabûye çek hilgirtiye û guleyan li gel direşîne. Başe, li wê derê her kes ji paceya xwe berê çekê bide wan, ew ê çi bikin. Pênc deh tiving guleyan li wan bireşînin wê çi bikin. Ev yek ne karekî bi zehmet e. Gelekî ku ewçend zor û zehmetî derbas kiriye, li hemberî zordarî, îşkence, kuştinên kiryar nediyar, şewitandina gundan û girtîgehan li ber xwe daye, dikare vê bike. Pêwîste bi sebra gel zêde neyê lîstin. Em dixwazin ev yek bêxwîn be, di nava sîstema demokratîk de be. Em dixwazin dawî li têkoşîna çekdarî û pevçûna gelan bînin. Em dixwazin bi aştî û demokrasiyê çareser bikin. Li Rojhilata Navîn ji xwe şerekî bê wate heye. Em naxwazin şer li deveyî armancên xwe bimeşînin. Em dixwazin vî şerî bi qasî ji me tê bi awayekî bêxwîn bi dawî bikin û têkoşînê li qada aştiyane veguherîne têkoşîneke demokratîk a di destûra bingehîn de. PKK di van mijaran de bi biryar e. Amade ye dawî li têkoşîna çekdarî bîne. Amade ye kongreyê bicivîne. Ji xwe amadekariya vê kir, lê belê piştî ku Erdogan dest li pêvajoyê werda û sekinand, PKK jî neçar ma bisekinîne. Eger pêvajo destpê bike, PKK amade ye berpirsyariyên xwe bicih bîne."