Avahiya çeteyên Qersê tê de bûn hate teqandin
Li Şirnexê avahiya ku çeteyên Qesrê tê de bûn hate teqandin. Hat ragihandin ku gelek çeteyên Qesrê hatine kuştin.
Li Şirnexê avahiya ku çeteyên Qesrê tê de bûn hate teqandin. Hat ragihandin ku gelek çeteyên Qesrê hatine kuştin.
Li Şirnexê, berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên qirkirinê di roja 46. de ye. Li bajêr şerekî dijwar diqewime. Hêzên YPS/YPS-JIN’ê li Taxa Îsmetpaşayê derdora çeteyên ku ketine avahiyê dorpêç kirin.
Li gor çavkaniyên herêmî, ji ber çeteyên Qesrê bi gulereşandinê bersiv dan banga endamên YPS/YPS-JIN’ê ya “teslîm bibin’, avahiya ku berê teqemenî lê hatine bicihkirin ji aliyê şervanên YPS/YPS-JIN’ê hatin teqandin. Hate ragihandin ku gelek çeteyên Qesrê di avahiyê de mirine. Her wiha hate diyarkirin ku gelek çek û cebilxaneyên çeteyên Qesrê jî hatine desteserkirin.
Li taxên Yenî û Dîcle jî wesayîtek Kobra û yek Akrep ji aliyê şervanên YPS/YPS-JIN’ê hatine rûxandin.