Avahiya AKP’ê ya navçeyê bi molotofan şewitandin

Avahiya AKP’ê ya navçeyê bi molotofan şewitandin

Şeva din li dijî avahiya AKP’ê ya Gercewsa Êlihê êrîşa bimolotofan pêkhat. Di encama bûyerê de avahî şewitî û kêrî bikaranînê nayê.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, avahiya AKP’ê ya navçeyê ya li ser duriyana rêya Hikumet ya Taxa Baglarbaşi ya navçeya Gercewsê, kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar camên avahiyê şikandine û molotof avêtine hundirê avahiyê. Piştî ku di avahiyê de agir derket, yekîneyên îtfayeyê hatin vemirandin, lê belê teşkîlata navçeyê şewitî û êdî kêrî bikaranînê nayê.