Ataş: Qeymeqam li Hezexê dixwaze yekgirtinê vala derxe
Li Hezexê piştî êrîşên qirkirinê, hêzên dewleta Tirk xebatên Komeleya Piştgiriyê ya Rojava û Şaredariya Hezexê asteng kirin û dest danîn ser 3 wesayîtan xebatan.
Li Hezexê piştî êrîşên qirkirinê, hêzên dewleta Tirk xebatên Komeleya Piştgiriyê ya Rojava û Şaredariya Hezexê asteng kirin û dest danîn ser 3 wesayîtan xebatan.
Li Hezexê piştî êrîşên qirkirinê, hêzên dewleta Tirk xebatên Komeleya Piştgiriyê ya Rojava û Şaredariya Hezexê asteng kirin û dest danîn ser 3 wesayîtan xebatan. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ataş, têkildarî rewşê bertek nişan da, anî ziman ku qeymeqam dixwaze xebatên ji bo gel tên meşandin asteng bike.
Li navçeya Hezex a Şirnexê piştî êrîşên qirkirinê yên 44 rojan, astengiyên hêzên dewletê yên li hember sazî û rêxistinên ji bo piştgiriya bi gel re bikin û birînên gel bipêçin didomin. Piştî astengkirina xebatên komîsyonên di bin sêwana Şaredariya Hezexê, Komeleya Alîkariya Rojava û GABB’ê de kar dikin, 3 wesayîtên alîkariyê yên di bin sêwana Komeleya Alîkariyê ya Rojava û Şaredariyê de kar dikin û di nava taxan de alîkariyê didin gel ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin. Wesayîtên hatin astenkirin birin parka Emniyetê. Bi hinceta ku “Belgeya destûrê nîne” dest danîne ser wesayîtan. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ataş, rêveberên Şaredariyê û Komeleyê diyar kirin ku belge bê bandor e û bertek nîşan dan.
Hevserokê Şaredariya Hezexê Mehmet Medî Aslan jî da xuyakirin ku rexmê qedexeya kolanan jî rabûye li naçeyê hê jî teror tê meşandin. Aslan diyar kir ku bi emniyet û qeymeqamtiyê re bi zorê be jî hevdîtinek pêk anîne, belgeyên pêwîst girtine, lê çeteyên qesrê astengiyan derdixin. Aslan destnişan kir ku astengî bi awayekî organîzekirî tên kirin û wiha got: “ Ji bo me peyamên ‘Em li vir in, her tişt ji me tê pirsîn’ didin nişandan. Bi astegkirina alîkariyan, dixwazin HDP û DBP û şaredariyan û gel bînin beramberî hev. Lê, gelê me guh nadin van pêkanînan.”
Parlemeterê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ataş bertek nişanî rewşê da û diyar kir ku li Hezexê li cem gel cih digirin û ji bo alîkariyê têdikoşin. Ataş bal kişand ku Qeymeqamê Hezexê dixwaze xebatên şaredariyê vala derxe. Ataş diyar kir ku divê rêveberên dewletê dest ji polîtîkayên astengkirinê berdin, anî ziman ku mafê ti kesî nîne ku gel mexdûr bikin. Ataş bang li hemû gelan kir ku li dijî astengî û zextan, bi gelê Hezexê re di nava yekgirtinê û pişgiriyê de bin.