Atalan: Bila ji bo Êzidiyên Şengalî statuya penaberiyê ya demkî bê nasîn

Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Alî Atalan xwest, ji bo Kurdên Êzidî yên ji hovîtiya DAIŞ’ê reviyan û hatin Tirkiyeyê statuya penaberiyê ya demkî bê nasîn û li gundên Êzidî yên Amed, Êlih, Mêrdîn û Rihayê bên bicihkirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Alî Atalan xwest, ji bo Kurdên Êzidî yên ji hovîtiya DAIŞ’ê reviyan û hatin Tirkiyeyê statuya penaberiyê ya demkî bê nasîn û li gundên Êzidî yên Amed, Êlih, Mêrdîn û Rihayê bên bicihkirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Alî Atalan têkildarî rewşa Êzidiyên sala bihurî di 3’ê Tebaxê de ji êrîşên DAIŞ’ê reviyan û hatin  Êlih, Mêrdîn û Amedê de ji ANF’ê re axivî.

Atalan diyar kir ku  Êzidiyên xwestine biçin Ewropayê, çûne deriyê sînor yê Kapikuleyê û li vir ji nû ve li kampan hatine bicih kirin û ji bo pirsa çima Êzidî dîsa ketine rêyan jî ev bersiv da: “Mexdurên qirkirina di 3’ê Tebaxê de pêk hat, ev 8 meh in di kampan de dijîn. Ji ber komkujiya DAIŞ’ê bi sed hezaran kes neçar man xaka xwe terk bikin. Nêzî 20 hezar kesî li van kampan dimînin. Ji ber şer bi dawî nebûye, nikarin vegerin xaka xwe. Şerê li Sûriyeyê, êrîşên li Kobanê, êrîşa li hemberî mîtînga HDP’ê ya Amedê fikarên Êzidiyan zêde kiriye. Ji bo xwe, pêşerojek bi ewle nabînin. Daxuyaniyên serokkomar Erdogan ên di dema hilbijartinê de yên ku Zerduşt hedef digirtin û tevî nedayîna statuya penaberiyê ya demkî. Ev hemû bû sedema ku  Êzidî ji nû ve bikevin rêyan û biçin deriyên sînor bû.

Atalan diyar kir ku ‘şebekeyekê’ ev fikarên Êzidiyan suîstîmal kiriye û gotiye eger hûn biçin sînor wê deriyan vebikin.  Atalan da zanîn ku tertîbatek li holê ye, bi vî awayî şert û mercên ku Êzidî kampan terk bikin hatin avakirin.

DAIŞ’Ê EV DIXWEST

Atalan wiha pê de çû: “Terkkirina van xakan a Êzidiyan, hedefa DAIŞ’ê bû. Dixwestin ên dikarin qetil bikin, qetil bikin, yên nekarin jî ji vê xakê derxînin. Ev hedef bû. Divê pêşî li van hedefan bê girtin.

Êzidî niha bi awayekî belavkirî li kampan dijîn. Ev ne çareseriye. Gundên Êzidî yên vala li Amed, Mêrdîn û Rihayê hene. Divê ev xanî ji nû ve bên avakirin û Êzidî li van deran bên bicihkirin. Her wiha divê statuya penaberiyê ya demkî bê nasîn. Heta Şengal bê azadkirin divê ev her du pêngav bên avêtin."