Asya Ebdullah li dijî êrîşan banga alîkariyê kir
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah ku hate serdana navçeya Midyada Mêrdînê, li hemberî êrîşa li Hesekê li dijî gelê sivîl pêk hat banga alîkariyê kir.
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah ku hate serdana navçeya Midyada Mêrdînê, li hemberî êrîşa li Hesekê li dijî gelê sivîl pêk hat banga alîkariyê kir.
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah ku ji bo hin serdanan li Mêrdînê ye, têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gelê Suryanî pêk tên, hate serdana Metranê Amed-Mêrdîn Sabîla Ozmen ê ku li Dêra Zehferanê ya li Mêrdînê ye. Hevseroka PYD’ê têkildarî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê pêk anî û di encamê de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan axivî û li hemberî êrîşên li dijî gelê sivîl banga alîkariyê kir.
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah piştî tevlî pîrozbahiya mezin a li Amedê bû, vegeriya Mêrdînê. Asya Ebdullah pêşî çû serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Februniye Aykol Akay. Tevî hevseroka PYD’ê, Alîkarê Hevserokên Kantona Kobanê Xalid Berkîl, ji tevgera jinan Nûjîn Yusuf û Parlementera berê ya Parlementoya Ewropa û Bernamzeda HDP’ê Feleknas Uca jî tevlî serdanê bûn. Di serdanê de êrîşên ku bi rojan in li dijî Kantona Cizîrê pêk tên hatin axaftin.
Piştî hevdîtinan Asya Ebdullah û kesên pêre çûn serdana Metranê Manstira Dêra Zehferanê Sabla Ozmen. Ozmen li odeya cihê xwe serdanê qebûl kir û ji ber serdanê dilxweşiya xwe nîşan da.
Piştî hevdîtina li çapemeniyê girtî pêk hat, Metropolît Ozmen û Asya Ebdullah bersiv dan pirsên rojnamevanan.
Ozmen da zanîn ku bi sedan sal in Kurd û Suryanî li Kantona Cizîrê bi hev re dijîn û diyar kir ku wan feydeyê ji nêrînên têkildarê jiyana bi hev re yên Asya Ebdullah girtin. Ozmen da zanîn ku di hevdîtinê de behsa komkujî û êrîşên li dijî Suryanin û êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ku vê demê dawiyê li dijî Kurdên sivîl pêk hat hatin axaftin. Ozmen got: “Em têkildarî bûyerên li wê derê diqewimîn axivîn û me ji nêrîn û fikrên hevseroka me feyde girtin. Ev bi sedan sal in gel li wê derê bi aramî dijîn. Hêviya me ew e ku li tevahiya cîhanê û bi taybet jî li herêma me aştiyeke mayînde pêk were.”
Asya Ebdullah ji ber pêşwazîkirina serdana wan a li cihekî dîrokî kêfxweşiya xwe nîşan da û diyar kir ku Kantona Cizîrê kantona mozaîkan e. Ebdullah got: “Li wê derê gelek çand, dîrok û hunerên cuda di nava aştiyê û aramiyê de dijîn.” Ebdullah bibîr xist ku li herêma Til Temîr ku hejmareke zêde ya Suryaniyan lê dijî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Suryaniyan kirine, gelek kes dîl hatine girtin û gelek gund bi dest xistine û got: “Li vê derê hêzên YPG, YPJ û Meclîsên Surniyan bi hev re dest bi xebateke hevpar kirin. Divê em bi hev re tevbigerin. Ger di nava diyalogê de bin wê têkoşîn bigihêje endamekê. Diyalog dewlemendiyek e. Ev diyaloga me wê her tim berdewam bike.”
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah têkildarî êrîşa ku Hesekê piştî pîrozbahiyên Newrozê li hemberî gelê sivîl pêk hat agahî da û diyar kir ku 28 jê jin, 12 zarok bi giştî 47 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ebdullah diyar kir ku 140 kes birîndar bûne û piraniya birîndara in giran in û got ku ji başbûna birîndaran hemû derfetên di destê wan de hatine seferberkirin û got: “Êrîşên li hemberî gelê sivîl tu caran nayê qebûlkirin” Ebdullah li hemberî vê êrîşê bang li hemû aliyan kir ku bihîstyar bin û li hemberî êrîşên li dijî gelê sivîl banga alîkariyê kir.
Piştî daxuyaniyê Hevseroka PYDê û heyeta pêre ji manastirê veqetiya.