Komkujî û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gundên Asûrî-Suryanî yên li qiraxa Çemê Xabûrê, di dawiya hefteyê de li bajarên Swêd Stockholm, Goteborg û Jonkopîngê bi xwepêşandanan hatin şermezarkirin. Bi hezaran Asûrî-Suryaniyên daketin meydanan lanet li çeteyên DAIŞ'ê anîn û ji Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî xwestin, ku ji bo rizgarkirina Suryaniyên di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne, bikevin nava hewldanan.
Xwepêşandana li Meydana Medborgarplatsen a li Stockholmê, bi beşdariya 2 hezar kesî pêk hat. Siyasetmedarên Swêdî û nûnerên rêxistin û saziyên Asûrî-Suryanî di axaftina xwe ya li xwepêşandanê de diyar kirin ku DAIŞ ji bo Rojhilata Navîn ji aliyê olî û etnîkî ve xalî bikin komkujiyan dikin û bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kirin, ku ji bo pêşîgirtina li komkujiyan bikevin navberê.
Axaftina herî hestewar jî li ser navê Partiya Navendê ji aliyê Parlamentera berê Abîr Al-Sahlanî ve hat kirin. Al-Sahlanî diyar kir ku weke jineke Ereb û mirovekê, ji êrîş û kuştinên hovane yên çeteyên DAIŞ'ê li ser navê Îslamê li Asûrî-Suryanî, Kurd û gelên din dike, şerm dike. Û bang li tevahiya welatên cîhanê kir ku ji bo rawestandina DAIŞ'ê û parastina gelê li herêmê, hevkariyê bikin.
DIVÊ SWÊD DESTEKÊ BIDE SURYANÎ Û KURDAN
Al-Sahlanî ku axaftina xwe ya bi rondikên çavan bi zorê qedand anî ziman, ku weke Partiya Navendê ew ê desteka xwe ya ji bo têkoşîna Asûrî-Suryanî û Kurdan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê dewam bikin û bang li Hikûmeta Swêdê kir ku alîkariya leşkerî bide Kurdan û Suryaniyan.
Mîtîng û xwepêşandana li bajarê Jonkopîngê jî bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. Di çalakiyê de bi qîrîna dirûşmeyan çeteyên DAIŞ'ê hatin protestokirin. Siyasetmedaran di axaftina li çalakiyê de xwestin, alîkariya însanî û leşkerî ji Kurd û Asûriyên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşin were kirin.
Li bajarê Goteborgê jî duh piştî nîvro, bi qasî 300 Asûrî-Suryanî bi armanca şermezarkirina komkujî û êrîşa çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Asûriyan li Brunn Parkê hatin cem hev.
Tevî şert û mercên nebaş ên hewayê, berf û baranê jî, girseya gel li hev civiya û DAIŞ protesto kir. Josef Garîs di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku piştî qirkirina 1915'an, Asûrî-Suryanî yekemcar di sala 2015'an de li Iraq û Sûriyeyê li qirkirinê rast hatine.
Garîs got, "Asûrî û Êzidî ji xaka ku bi hezaran salan e lê dijîn tên derxistin. DAIŞ dixwaze dîroka me bi temamî ji holê rake" û bibîr xist ku bi qasî 200 Asûrî niha di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîlgirtî ne. Garîs bang li Swêd û Neteweyên Yekbûyî kir, ku ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan bikevin nava hewldanan.
Di xwepêşandanê de bi qîrîna dirûşmeyan çeteyên DAIŞ'ê hatin protestokirin û banga hewldanan li Hikûmeta Swêdê û Neteweyên Yekbûyî hat kirin.