Asayîşê têkildarî narkotîkê hişyarî da

Asayîşê bal kişand ser zêdebûna bikaranîn û firotina madeyên narkotîkê li Başûrê Kurdistanê û welatî li dijî van bazirganên jehrkirinê, hişyar kir.

Rêveberê Şaxê Pêşîgirtina li Narkotîkê ya Asayîşê Emîd Celal Emîn li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê daxuyaniyek da çapemeniyê û işaret bi zêdebûna bikaranîn û firotina madeyên narkotîkê kir.

Emîd Celal Emîn got, "Li Girtîgehan ji bo kesên hînbûyî unîteyên dermankirinê nîne. Girtîgeh vediguhere cihekî kirîn û firotina madeyên narkotîkê."

Emîn anî ziman, hînbûyî û bazirganên madeyê narkotîkê, bêyî biryara dadgehê yekser li girtîgehan tên bicihkirin û diyar kir, ev yek ji bo başiya civakê û mirovan, di dema dirêj de çareserî nîne.

Emîn bal kişand ser pêwîstiya girîngiya navendên têkoşîna li hemberî narkotîkê û diyar kir, divê navendên bi vî rengî bên avakirin.