Asayîşa Rojava: Hejmara qurbaniyên êrîşa Hesekê derket 45’an
Hejmara qurbaniyên ku di êrîşa Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, derket 45'an.
Hejmara qurbaniyên ku di êrîşa Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, derket 45'an.
Rêveberiya Giştî ya hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê der barê hejmara dawî ya welatiyên ku di êrîşên Hesekê yên şeva Newrozê de jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hejmara welatiyên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, derketiye 45 kesan û hejmara birîndaran jî 130 kes e.
Di daxuyaniyê de ji gelên Rojava re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa hat xwestin.
Rêveberiya Giştî ya hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, di daxuyaniyê de bang li tevahiya welatiyên Rojava kir ku bi hêzên Asayîşê re alîkar bin û dema ku tevgereke bi guman dîtin, yekser navendên Asayîşê û ewlekariyê agahdar bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de ji welatiyan hat xwestin ku bê agahdariya hêzên Asayîşê ti kombûnên girseyî çênekin.