Aryen: Zîlan ronahiya jiyanê bû
Endama Desteya Rêveber a KJK’ê Şafak Aryen, di salvegera şehadeta wê de Zeynep Kinaci (Zîlan) û çalakiya wê vegot.
Endama Desteya Rêveber a KJK’ê Şafak Aryen, di salvegera şehadeta wê de Zeynep Kinaci (Zîlan) û çalakiya wê vegot.
Endama Desteya Rêveber a KJK’ê Aryen got Zeynep Kinaci ji bo gelê Kurd û jinan di aliyê pêşerojek azad de dîzaynek bû û wiha got: “Mijarên herî sereke yên sohbetên hevala Zîlan, xeyal û şert û mercên ku di demên azad de bi Rêbertiyê re bê cem hev, bû.”
Aryen di berdewamiyê de wiha got: “Bi coşa jiyana xwe re li lûtkeyên herî jor ronahiya jiyanê bû. Li her derê, her saniye bi xwe re berhev dikir û li ser vê berê xwe dida jiyanê û ew bibû evîneke jiyanê.”
BEŞDARBÛNA ZÎLANÊ BEŞDARBÛNEK BI HIŞMEND BÛ
Aryen da zanîn ku Kinaci di aliyê îdeolojîk de Rêberê Gelê Kurd nas kiriye û bi kûrbûneke îdeolojîk ketiye nava lêgerîneke ku ji pêvajoyê re bibe bersiv. Aryen wiha got: “Beşdarbûna mekanîzmaya azadiya li çiyê, bêguman tê wateya ku berpirsyariya pêkanîna armanca wê xetê bigire ser xwe ye. Beşdarbûn ev e. Beşdarbûna hevala Zîlan di vî alî de beşdarbûnek bi hişmend e. Hevala Zîlan ev êrîş jî wek êrîşên îdeolojîk nirxandiye û bi kûrbûnekê xwestiye bibe bersiv. Armanca wê ev bû ku hemû pirsgirêkên îdeolojîk dane holê, hem eniya ku dijmin ava kiriye bişikîne û hem jî terza şer şûnde bixîne. Ji ber vê jî ev ji bo me terza çalakiyeke fedayî ye. Di aliyê xwe de çalakiya xwe wek berpirsyariyek mezin pêş xist.”
NASNAMEYA WÊ YA JINA AZAD KÛR BÛ
Aryen bi lêv kir ku di her qad û dema jiyanê de fedayîbûn û dema pêwîst be her tişt tê kirin, terza PKK’ê ye û wiha berdewam kir: “Terza PKK’ê ev e ku dema ku dor bê dikare her tiştî bike. Lê tevî van ji bo xebateke wisa, hevala xwe amadekirin û şandin, gelek zehmet bû. Hevala Zîlan pir dereng hîn kiribû ku Kurd e. Li dijî vê gele bi hêrs bû. Ev wek şerma mirovahiyê ya herî mezin didît. Hişmendiya wê ya nasnameya jina azad gelek kûr bû. Xwedîderketin di aliyê îdeolojîk di çalakî û têkoşîna xwe de îspat kir. Di vê mijarê de di nav moral û motîvasyonê de bû. Bi coşa jiyanê re li lûtkeyên herî jor ronahiya jiyanê bû.”
ZÎLAN XETA ŞÊNBER A NÊZÎKATIYA XETÊ BÛ
Aryen vegotinên xwe bi van gotinan berdewam kir: “Tevî ku dizanibû ku wê bi vê çalakiyê dawî li jiyana wê bê, dizanibû ku ew tê çi wateyê jî. Di rastiyê de gelek ji jiyanê hez dikir. Di nîqaşên têkildarî çalakiya xwe de, her tim mijarên li ser jiyanê û pêşerojê dikir rojevê. Dîzaynkirineke wê ya jiyanek azad ji bo gelê Kurd û jinan hebû. Di sohbetên wê de her tim mijarên weke hevdîtina bi Rêbertiyê re ya di demên azad de, hebûn. Ev jî dihat vê wateyê ku felsefeya rêber Apo bi şervanên azadiyê re bersiva xwe girtiye. Hevala Zîlan jî îfadeya şênber a nêzîkatiya vê xetê bû.”
Aryen da zanîn ku beriya Kinaci biçe çalakiyê coşa wê gelek mezin bû û wiha pêde çû: “Digot di aliyê fîzîkî de Rêbertiyê bibîne wê gelek kêfxweş bibe. Lê digot ya esas fêmkirina Rêbertiyê ye. Di vê wateyê de dema hevala Zîlan çalakiya xwe pêk anî, armanca wê ev ku Rêbertiyê fêm bike. Dizanibû ku wê Rêbertî bi awayekî xurt li vê çalakiyê xwedî derkeve. Di vî alî de bawer dikin ku armanca wê ji aliyê Rêbertiyê ve bersivê bigire û ev teqez wê biguhere îfadeyê. Digot herî baş Rêbertî ‘şehîdan fêm dike.’Rêbertiya me her şehîdek wek pêngava ji nû ve jiyan hembêzkirin, dinirxand.
Aryen bi lêv kir ku bi Kinaci re hişmendî û têkoşînek zayendê ya kûr, hebû û got: “Girêdayîna wê ya jiyanê gelek zêde bû. Di rojên ku xwe çalakiyê re amade dikir de, ev her tim îfade dikir.Digot ew cîhana Hayrî Durmuş, Kemal Pîr û Mazluman dijî. Hezkirina xwe ya jiyanê bi israr dianî ziman. Tişta ku herî zêde li ser disekinî jî ev bû; digot çalakiya min ne çalakiya ‘întîxarî ye’. Çalakiya xwe wek destpêkek nû digirt dest. Hevala Zîlan her tişt di asta herî jor de dijiya. Dema armancên xwe yên îdeolojîk dianî ziman, îfadeyeke kûr û bi bawerî hebû. Bi rastî jî sedemên çalakiya xwe pir xurt ava dikir.”