Aryen: HDP projeyeke Rêbertiyê ye
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Şafak Aryen diyar kir ku di vê hilbijartinê de gel bersiveke baş daye AKP'ê û destnîşan kir ku li vê erdnîgariyê ti tişt nayê ji bîrkirin.
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Şafak Aryen diyar kir ku di vê hilbijartinê de gel bersiveke baş daye AKP'ê û destnîşan kir ku li vê erdnîgariyê ti tişt nayê ji bîrkirin.
Endama Konseya Rêveber a Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Şafak Aryen encamên hilbijartinê ji ANF'ê re nirxand û diyar kir ku di vê hilbijartinê de gel bersiveke baş daye AKP'ê. Aryen da xuyakirin ku li vê erdnîgariyê ti tişt nayê ji bîrkirin û tola salan hatiye hilanîn.
Aryen da xuyakirin ku AKP ji roja destpêkê û vir ve, li ser îstîsmarkirina pêwîstiyên li qada civakî xwe birêxistin kiriye û li ser vê bingehê nêzî bawerî û nasnameyan bûye. Aryen got, "Mînak; xwe weke Misilman e nîşan dide, lê belê Misilmantiyê qetil dike. Misilmantî ji bo xwe veguherandiye çekekê. Behsa vehewandina gelê xizan an jî gelan dike, lê belê herî zêde AKP xwe di ser pişta gelê xizan xwedî dike. Dizîtî û xespa li qada aboriyê zêde û mezin bûye."
Aryen anî ziman ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke ne adîl bi rê ve çûye û diyar kir ku êrîşên li hemberî HDP'ê hatin kirin jî êrîşên rêxistinbûyînên kontra yên AKP'ê ne. Aryen ragihand ku ti ji êrîşên li hemberî HDP'ê, ne dûrî AKP'ê ne û da zanîn ku êrîşên bombeyî yên li Mersîn û Edeneyê, êrîşên komên faşîzan ên li Tirkiyeyê yên li dijî HDP'ê û êrîşên li hemberî jinan, bi heman rengî rû dane.
Aryen da xuyakirin ku civaka Tirkiyeyê xwe dispêre nirx û nasnameya xwe ya cewherî û got, "Mirovên me yên bi cihêrengiya xwe re li binê sîwana HDP'ê civiyan, bi fedekarî û kedeke mezin, bi nirxandina rast a rewşa siyasî û bi neketina nava xefika provokasyonan re, pêşî li AKP'ê girtin û bi vê rêxistinbûyîna xwe re encameke baş bi dest xistin."
'GEL XWE DI NAVA HDP'Ê DE DIBÎNE'
Aryen bal kişand ser pêvajoya muzakereyê û got, "Ev pêvajo, rewşeke li ser daxwaza AKP'ê hatiye destpêkirin nîne. Ev pirsgirêk çareseriyê ferz dike. Mûxatabê pirsgirêkê hêzeke cidî ye. Di çarçoveya vê hêzê de civaka Tirkiyeyê xwedî daxwaza çareseriyê ye. Lê belê di rastiyê de AKP, bi taybetî jî Erdogan xwedî niyeteke bi vî rengî nînin. Bi daxuyaniyên xwe re ev yek bi awayekî zelal radixistin pêş çavan. Heta niha bi awayekî cidî nêzî pêvajoyê nebûn. Di muzakereyê de hewl dan siyaseteke girtî bimeşînin, xwestin her tim veşêrin. Lê belê ev rewş şaş e, ev pirsgirêkeke civakî ye. Yekane partiya ku vê pirsgirêkê bilêv dike û dixwaze çareseriyê biafirîne HDP ye. Ji ber vê yekê Rêber Apo pêşniyar kir ku HDP weke partî tevlî hilbijartinê bibe. HDP projeyeke Rêbertiyê ye. Nirxên ku HDP temsîl dike, diyar in. Siyaseta ku dimeşîne diyar e. Bê guman HDP mûxatabê vê pirsgirêkê ye. Ji xwe dengên ji HDP'ê re hatine dayîn, ji ber rola xwe ya di pêvajoya çareseriyê de dilîze û wê bilîze, hatine dayîn. Gel xwe di nava HDP'ê de dibîne."
Aryen anî ziman ku HDP'ê ji destpêka têkoşîna xwe ve nîşan daye ew bi awayekî stratejîk nêzî pirsgirêka jinê dibe û mîna AKP'ê ti carî jinê di pêvajoya têkoşînê de bikar nîne û ji mekanîzmaya biryardayînê venagire. Aryen destnîşan kir ku çavkaniya vê nêzîkatiyê jî felsefeya azadiyê ya jinê ye.
'SIYASETA BI RENGÊ JINÊ WÊ DEMOKRATÎK BIBE'
Aryen diyar kir ku bi rêya HDP'ê cih girtina jinan bi awayekî aktîf di nava siyasetê de, wê di asta pêşengiyê de bandoreke cidî li demokratîkbûyîna civak û siyaseta Tirkiyeyê, li rêxistinbûyîna xwe dispêre vîn û baweriya ji xwe bike û anî ziman ku pirsgirêka azadiyê bingeha hemû pirsgirêkan e.
Aryen da xuyakirin ku siyaseta bi rengê jinê wê hîn bêhtir demokratîk bibe û got, "Di sîstema parlamenteriyê ya Tirkiyeyê de feraseta mêr gelekî li pêş e. Ev yek jî asta siyasetê dadixîne. Pêwîste civaka Tirkiyeyê vê red bike."
'SERKETINA HDP'Ê SERKETINA RÊBERTIYÊ YE'
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Şafak Aryen, ji ber xwedîderketin û baweriya di hilbijartinan de spasiyên xwe pêşkêşî gel kir û destnîşan kir ku hêza diyarker a vê hilbijartinê jin e.
Aryen diyar kir ku gelek derdorên cuda, komên baweriyan û nasnameyên cuda yên etnîkî bi baweriya ji xwe tevlî vê hilbijartinê bûne û ev nirxandin kir:
"Mirovên me yên ji bedewiya hevgirtinê û başbûna rêxistinbûyîna civakî bawer kirin û di vê çarçoveyê bi fedekarî xebitîn, derketin pêş. Beriya her tiştî hin ji mirovên me jiyana xwe ji dest dan, hevalên me şehîd ketin. Ev hilbijartin serketina wan e. Bi dîtina min dîmen û helwesta li Amedê gelekî hînkar bû. Di roja hilbijartinê de birîndarên me bi ambûlansê re çûn dengê xwe bikar anîn. Belê, destê xwe, milê xwe winda kir, lê belê dizanîbû ku ji ber çi winda kirin, dizanîbûn ku ji ber çi li vê êrîşê rast hatin û hêza hesabpirsîna ji vê, nîşan dan. Ev rewşeke gelekî bi qîmet e. Li pêşberî şehîdên xwe, em her tim bûne xwedî helwesteke tolhildanê. Nêzîkatiya me ne tenê qistas bi qistas e. Bê guman heqaret û êrîş wê bersiva xwe bibînin. Li vê erdnîgariyê ti tişt nayê ji bîr kirin. Ev yek felsefe û nêzîkatiya Rêbertiyê ye. Ev têkoşîn di tevahiya dîroka xwe de her tim bi vî rengî meşiya ye. Lê belê serketin nîşandana sebrê, rêxistinkirina xwe bi xwe û bicihanîna armanca xwe ye. Tolhildan bicihanîna armanca xwe ye. Lewma ev gel bi vê çandê mezin bû û gelekî ku dizane li hemberî êrîşan xwe bi çi rengî biparêze. Ji ber vê yekê serketin, rêbaza tolhildanê ye. Li ser vê bingehê gelê me xwedî li şehîdên xwe derketiye. Ev yek beriya her tiştî serketina Rêbertiyê ye. Lewma ji ber vê serketinê, ez dixwazim silav û hurmetên xwe pêşkêşî Rêber Apo bikim. Ev serketina HDP'ê serketina gelê me yê di şoreşa li Rojava de li ber xwe dide ye. Her wiha yên ji azadiyê bawer dikin, cesareta vê nîşan didin û li dijî bindestiya ji aliyê faşîzmê ve hatiye afirandin li vê eniyê bi wêrekî cih digirin, nîşan dan ku li vê xakê guherîn pêk hatiye û cihêrengî dikarin bi hev re bi ser bikevin. Bi van hest û nêrînan her kesên di vê pêvajoyê de cih girtine, pîroz dikim. Ji ber xebat û keda jinê ya di nava HDP'ê de nîşan da KJA'yê pîroz dikim, silavên xwe pêşkêş dikim û serketinê jê re dixwazim."