Operasyona leşkerî ya ku li sêgoşeya Mûş, Amed û Çewlikê hatiye destpê kirin didome, hate ragihandin ku dengê çekan li herêmê tê.
Operasyona roja borî li herêmên çiyayê Kozma, Axçar, Dellîke, Dazîkom, Davus, Deval, Kup û Zengok yên girêdayî bajarokê Kizilagaç yê Mûşê hatiye destpêkirin, bi tevlîbûna yekîneyên leşkerî didome.
Bidirêjahiya şevê leşker, cerdevan û cebilxaneyên leşkerî veguhestin herêma operasyonê, îro jî sewqiyata leşkerî hate kirin. Cerdevanên ji navçeya Pasûra Amedê û Mûşê sewqî herêma operasyonê kirin.
Di operasyona ku li sêgoşeya Mûş, Amed û Çewlikê hatiye destpê kirin, hate ragihandin ku li herêmên Geliyê Hişk, Geliyê Geniman, Laçika û Geliyê Goco cih cih dengê çekan tê. Her wiha hate ragihandin ku, herêma dengê çekan lê tê, tê bombebaran kirin.
Operasyona li herêmê berfireh dibe û berdewam dike.