Artêşa Tirk li ser Bazîdê ‘herêma ewle’ ferz dike

Hate hînbûn ku artêşa Tirk zextê li ser keyayên gundên Çîtlîk, Turkmen, Kanî Sarkê, Elê, Çermê, Şêxûlû, Ce Hukumetî, Zorava, Demîrkapi û Înek ên Bazîdê dike ku ji bo ev herêm wek herêma ewle bên îlankirin îmzeyan kom bikin.

Hate hînbûn ku artêşa Tirk zextê li ser keyayên gundên Çîtlîk, Turkmen, Kanî Sarkê, Elê, Çermê, Şêxûlû, Ce Hukumetî, Zorava, Demîrkapi û Înek ên navçeya Bazîdê ya Agiriyê dike ku ji bo ev herêm wek herêma ewle bên îlankirin îmzeyan kom bikin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî, artêşa Tirk keyeyên gundên Çîtlîk, Turkmen, Kanî Sarkê, Elê, Çermê, Şêxûlû, Ce Hukumetî, Zorava, Demîrkapi û Înek ên navçeya Bazîdê ya Agiriyê kom kirine, ji bo li van qadan herêma ewle bê îlankirin bi rêya tehdîdê bi zorê îmze dane komkirin.

Hate hînbûn ku gelê lig undan ji vê rewşê ne rehet e û ev ferzkirina navborî qebûl nekirine.