Artêşa Tirk li Ezazê 6 sivîl qetil kir
Artêşa Tirk ku êrîşên xwe yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê didomîne, bombe li gundê Til Şiîr ê Ezazê barand. Di vê êrîşê de 6 sivîl hatin qetilkirin.
Artêşa Tirk ku êrîşên xwe yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê didomîne, bombe li gundê Til Şiîr ê Ezazê barand. Di vê êrîşê de 6 sivîl hatin qetilkirin.
Li gorî agahiyên ji Efrînê hatin wergirtin, şeva 31'ê Adarê, artêşa Tirk obus û hawan avêt gundê Til Şiîr ê Ezazê. Bi dehan top li gund ketin û ji ber vê êrîşê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin, 5 ji kesên jiyana xwe ji dest dane ji heman malbatê ne.
Di encama êrîşa artêşa Tirk de Ehmed Qere Hesen, hevjîna wî Edla Kemal û 3 zarokên wî tevî Hisên Ehmed Xêr jiyana xwe ji dest dan. Di topbaranê de bavê Hisên Xêr, Ehemd Xêr jî bi giranî birîndar bû.
Gundê Til Şiîr 26 km dikeve li rojhilatê bajarokê Ezazê ye û 4 km dûrî sînorê Tirkiyeyê ye. Şêniyên gund Kurd û Ereb in.