Artêşa Tirk Girên Derarê û Koordîne yên Metîna bombe dikin-NÛ BÛ

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker girê Derarê û Koordîne yên devera Zendûra ya Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dikin. Bomberdûmana helîkopteran a li qadê didome.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di saet 20:00’ê şevê de girên Derarê û Koordîne yên devera Zendûra yên Metîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dikin.

Cihê ku artêşa Tirk bombe dike, li ser sînor e û weke xeta Qeşûra tê zanîn.

Piştî bomberdûmana balafirên şer û şûnde helîkopterên bi tîpa Kobra qad bombe dikin. Li herêmê tevgera gelek balafirên Skorsky heye, ji qereqolên derdor û sînor jî bi obus û hewanan êrîş tê kirin.

Êrîş heta vê kêliya nûçe hate amadekirin jî êrîşa ji qereqolên derdor û helîkopteran bi dijwarî didome.