Artêşa Tirk êrîşî Girê Spî kir
Leşkerên Tirk duh bi şev bi çekên giran êrîşî deriyê sînor ê Girê Spî (Tel Ebyad) kirin.
Leşkerên Tirk duh bi şev bi çekên giran êrîşî deriyê sînor ê Girê Spî (Tel Ebyad) kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, artêşa Tirk duh bi şev saet di 22:40 de bi çekên giran êrîşî deriyê sînor ê Girê Spî kir. Li ser encamên vê êrîşê agahiyeke zelal bi dest neket.
LIV Û TEVGERA LI SER SÎNOR DEWAM DIKE
Li aliyê din, artêşa Tirk liv û tevgera xwe ya leşkerî ya li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê zêde kir. Li pêşberî gundê Yabse yê 3 km li rojavayê Girê Spî ye 11 tank hatin bicihkirin. Leşkerên Tirk her wiha li ser sînor dest bi kolandina xendekan kirin.