Artêşa Tirk derbên mezin ji gerîlayên YJA Starê xwarin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyên Çelê û Şirnexê de artêşa Tirk derbên giran xwarin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyên Çelê û Şirnexê de artêşa Tirk derbên giran xwarin.
Hate ragihandin ku di çalakiya gerîlayên YJA Starê de ku li girê Dogan a Şirnexê hate lidarxistin, 2 leşker hatin kuştin.
HPG’ê nasnameyên 6 gerîlayên ku 30’ê Tebaxê li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dane jî ragihand. Hate diyarkirin ku li Sêrtê jî 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
LI ÇELÊ Û ŞIRNEXÊ ÇALAKIYÊN YJA STARÊ
Di daxuyaniya nivîskî ya HPG’ê de hate destnîşankirin ku 6’ê Îlonê saet 05.30’an hêzên YJA Starê li dijî leşkerên ku li qereqola Girê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bûn çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;
“6’ê Îlonê saet 12.30’an hêzên me li dijî komek leşkerên ku li ber nîzamiyeya qereqola 49 a girêdayî Çelê hewl didan qemyonekê kontrol bikin bi çekên giran çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.
LI DIJÎ TÛGAYA ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ
6’ê Îlonê saet 10.00’an hêzên me li dijî leşkerên ku li girekî ku ewlehiya Tûgaya Şirnexê pêk danî, çalakiya sûîqestê li dar xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zanîn.
6’ê Îlonê saet 12.00’an hêzên me li dijî Qereqola Gûza Kurkê û Gundikê Melê yên girêdayî Şirnexê çalakiyek berfireh li dar xistin. Têkîldarî çalakî her ku agahî hatin wê bi raya giştî re bên parvekirin.
YJA STARÊ LI DIJÎ LEŞKERÊN KU LI GIRÊ DOGAN Ê ŞIRNEXÊ BI CIH BIBÛN ÇALAKÎ LI DAR XISTIN
6’ê Îlonê saet 12.30’an hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên ku li girê Dogan ê girêdayî Şirnexê xwe bi cih kiribûn çalakiyin sûîqestê li dar xistin. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin.
LI SÊRTÊ ŞER: 2 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
5’ê Îlonê saet 01.00’an yekîneyek gerîlayên me bi leşkerên artêşa TC ên li ser pira ku li navbera navçeya Dihê û Dihêya Kevn a Sêrtê ye, hevrû bûne û şer rû daye. Di şer de 2 gerîlayên me şehîd bûne û bi gerîlayekî me re jî pêwendiyên me qut bûne. Detayên têkîldarî vî şerî wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.
6 GERÎLAYAN LI COLEMÊRGÊ JIYANA XWE JI DEST DAN
Mabeyan gerîlayên me û artêşa TC a ku ji 30’ê Tebaxê ve li qada Ertûş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê operasyonek berfireh dabû destpêkirin, şerê dijwar qewimîbûn.
Nasnameyên 6 hevalên me yên ku di şerê berxwedana mezin de şehîd bûn û sicîlên wan zelal bûne, wiha ne;
Nasnav: Çîçek Têkoşîn
Nav û Paşnav: Ayhan Tan
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik û Bav: Halîme - Mûsa
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Tebax-4’ê Îlon 2016 / Colemêrg
***
Nasnav: Delîla Gulê
Nav û Paşnav: Kîbar Ersan
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik û Bav: Yeter - Yasîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Tebax-4’ê Îlon 2016 / Colemêrg
***
Nasnav: Destina Amara
Nav û Paşnav: Cane Suleyman
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik û Bav: Naîme - Mahmût
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Tebax-4’ê Îlon 2016 / Colemêrg
***
Nasnav: Mervan Nemrut
Nav û Paşnav: Mahmût Kaplan
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik û Bav: Zubeyde - Eyup
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Tebax-4’ê Îlon 2016 / Colemêrg
***
Nasnav: Sidar Kendal Brusk
Nav û Paşnav: Necip Şimşek
Cihê Jidayikbûnê: Muş
Navê Dayik û Bav: Naciye - Naif
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Tebax-4’ê Îlon 2016 / Colemêrg
***
Nasnav: Welat Amed
Nav û Paşnav: Şeyhmûs Ozçelîk
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Songul - Maşûk
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Tebax-4’ê Îlon 2016 / Colemêrg”