Armanca AKP'ê qedandina Elewîtiyê ye
Serhat Engîzek ê KCK'yî bal kişand ser planên AKP'ê yên li ser avakirina kampên DAIŞ'ê û diyar kir, armanca AKP'ê qedandina Elewiyan e.
Serhat Engîzek ê KCK'yî bal kişand ser planên AKP'ê yên li ser avakirina kampên DAIŞ'ê û diyar kir, armanca AKP'ê qedandina Elewiyan e.
Serhat Engîzek, li ser kampên DAIŞ'ê yên AKP dixwaze li herêmên Elewiyan bi taybetî li Terolar a navçeya Mereş Pazarcixê, Sêwas, Tokat û Semsûrê ava bike, ji ANF'ê re axivî. Engîzek got, "Dewleta Tirk dixwaze Elewiyan bikişîne ser xeta Sûnî yan jî wan qetil bike."
Engîzek da xuyakirin, ku rewş ji aliyê Elewiyan ve gelekî cidî ye û eger dixwazin bi nasname û baweriya xwe bijîn, pewîste xwe bi xurtî bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin.
Engîzek got, "Ez dixwazim bang li Elewiyên Kurd, Tirk û Ereb bi taybetî jî bang li civaka Elewî ya li Mereşê bikim. Rewş ji aliyê Elewiyan ve gelekî cidî ye. Polîtîkaya dewleta Tirk a bi destê AKP'ê li hemberî Elewiyan tê meşandin; ya alîmîlekirin û kişandina ser xeta Sûnî ye, yan jî qetilkirin e. Ji bo xwe ji bo bikişîne ser xeta Sûnî di nava hewldanên mezin de ye. Ji bo qetilkirinê jî di dema dawî de bi taybetî bi destê DAIŞ'ê zextê dike, ditirsîne, beşekê qetil dike yê mayî jî dixwaze teslîm bigire. Em dibînin ku polîtîkaya Sûnî Îslam bi destê AKP'ê bi xurtî tê meşandin. Girîng e civaka Elewî haya xwe ji cidiyeta rewşê hebe. Lewma divê xwe bi xurtî bi rêxistin bikin. Eger em dixwazin bi nasname û baweriya xwe li ser vê xakê bijîn, pêwîste berxwedaneke xurt bê meşandin."
YA BÊDENGKIRIN, YA JÎ KOÇBERKIRINÊ
Engîzek da zanîn, ku eger li hemberî vê yekê berxwedaneke cidî neyê nîşandan, Elewî wê hem qadên xwe yên baweriyê, hem jî hebûna xwe ya civakî winda bike û got, "Rewşa li Terolarê derketiye holê, wekî din hewldanên avakirina kampên DAIŞ'ê li bajarên Elewiyan Sêwas, Semsûr û Tokatê nîşan didin, ku dixwazin ya Elewiyan bêdeng bikin, ya jî koçber bikin. Bi çalakiyên pasîf li hemberî vê yekê encam bi dest nakeve. Lewma pêwîstî bi rêxistinbûyîn û çalakiyên hin cidî heye. Naxwe em ê hem qadên xwe yên baweriyê, hem jî hebûna xwe ya civakî winda bikin. Xeteriyeke ewçend mezin li pêşiya me ye."
PÊWÎSTE MALBAT HÊZÊN XWE YÊN PARASTINÊ AVA BIKIN
Serhat Engîzek, li hemberî çêkirina kampên DAIŞ'ê işaret bi qelsiya çalakiyên protestoyî kir û destnîşan kir, divê jin û ciwan bêhtir bi çalak tevlî bibin û yekîneyên parastinê yên Elewiyan werin avakirin.
Engîzek wiha dewam kir: "Bi tenê bi protestoyan, ya jî bi daxuyaniya çapemeniyê û bangan encam bi dest nakeve. Pêwîstî bi berxwedaneke gelekî cidî heye. Li wê derê maşînên kar bênavber dixebitin. Bi tenê rûdinên û protesto dikin, ev têrê nake. Bi vê rêbaza berxwedanê ya protestoyî encam bi dest nakeve. Pêwîste hîn cidî rêxistin hebe. Girîng e jin û ciwanên Elewî hîn bi çalak tevlî vê berxwedanê bibin. Divê yekîneyên xwe yên parastinê, ku erd û cihên lê dijîn diparêzin, ava bikin. Ne mecbûre illehî rahêje çekê, lê ji bo sekinandina wan maşînên kar, pêwîste hêzeke parastinê ava bike. Girîng e dagirkirina xaka xwe bisekinînin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî 'ev koçber in, tengav bûne, divê li hemberî wan helwesteke dijber neyê nîşandan' şaş e. Ez dubare dikim. Di vir de armancek heye. Ev armanc jî qedandina Elewiyan e."
Serhat Engîzek diyar kir, Tevgera Azadiyê ya Kurd di vê pêvajoyê de li her qadê xurt bûye û destnîşan kir, ku divê li hemberî van êrîşan helwesteke pasîf neyê nîşandan, bi nîşandana berxwedaneke xurt ve divê dewlet ji vê hewldana xwe were vegerandin. Engîzek got, "Ez bang li hemû Elewiyan dikim; bi xurtî tevlî berxwedanê bibin û berxwedanê mezintir bikin. Berxwedaneke welê bimeşînin, ku dewlet paş de gavê bavêje."