Andok: Armanca komkujiya Qamişlo vala derket

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok diyar kir, ku di Komkujiya Qamişlo de bi qasî dewleta Sûriyeyê para dewleta Tirk jî heye û destnîşan kir ku rewşa îro li gelemperiya Sûriyeyê û Rojava derket holê, planên komkujiya Qamişloyê pûç kiriye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok da xuyakirin, ku di komkujiya Qamişlo ya 12'ê Adara 2004'an de bi qasî dewleta Sûriyeyê para dewleta Tirk jî heye û destnîşan kir ku rewşa îro li gelemperiya Sûriyeyê û Rojava derket holê, planên komkujiya Qamişloyê pûç kiriye. Andok bal kişand ser têkiliyên dema dawî yên hêzên cîhana Rojava bi YPG û YPJ'ê re û got, "Li aliyekî dibêjin (dewletên cîhana rojava) ew li cem YPG/YPJ'ê ne, lê li aliyê din wê ji kesê YPG/YPJ ji xwe re Rêber dibînin, bêjin terorîst. Ev yek rewşeke nakok e."

Mîna her gelî, di hişê gelê Kurd de jî hin kêlî û bûyer hene ku şopa xwe hiştine. Bûyera di 12'ê Adara 2004'an de li Rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişloyê bi maçeke futbolê destpê kir, roja piştre dewam kir û rê li ber mirina 39 kesan vekir, yek ji van kêliyan e. Vê bûyerê li hin ciwan weke Komkujiya Qamişlo li hin deveran jî weke Serhildana Qamişlo di dîroka Kurdan de cihê xwe girt. Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Xebat Andok şopên vê bûyerê û endamên wê ji ANF'ê re nirxand.

Andok da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd ji aliyê hêzên mezin ve bi zanebûn hatiye hiştin ku li Rojhilata Navîn kengî xwest ji bo destwerdanê bikar bînin. Andok bal kişand ser dijberiya rêveberiya AKP'ê ya li Esad dike û got, "Niha Erdogan û Davûtoglû dijberiya Esad dikin. Lê belê hînê duh, bi taybetî li dijî gelê Kurd bi hev re tevdigeriyan. Di polîtîkayên qirkirinê yên rejîma Sûriyeyê li hemberî Kurdan dimeşan de, para mêtîngeriya Tirk gelekî mezin bû. Her du dewlet jî antî demokratîk in û armanca wan tinekirina Kurdan e. Tirkiye gelekî ji xwe qayil e û rolê digire ser xwe. Lê belê ji ber ku Sûriye jê kemtir xurt e, Sûriyeyê li hemberî Kurdan dide şerkirin. Ji ber vê yekê komkujiya Qamişloyê bi hev re kirin."

Andok ragihand ku Komkujiya Qamişlo bi hin armancan ji berê ve hatiye plankirin û şert û mercên komkujiyê lê rû da bi vî rengî kurteber kir: "Ji ber zextên giran ên li hemberî Sûriyeyê, weke tevger têkiliyên me yên bi Sûriyeyê re guherî bû û Rêbertê me neçar mabû ji wir derkeve. Bi taybetî piştî Hafiz Esad, Tirkiyeyê hîn bêhtir bandor li Sûriyeyê dikir û Sûriye hîn bêhtir bê vîn mabû. Bandorên neyînî yên vê yekê li hemberî tevgera me û gelê me çê bûbû. Rewşa zextdar zêde bû. Komkujî bi awayekî plankirî û bi hestên şovenîstî kirin. Bêguman li hemberî komkujiyê gelê me sekneke têkoşer û berxwedêr nîşan da. Bi serhildanên xurt bersiv da komkujiyê."

'EM CIVAKEKE JI JIYANA HEMÛ CIHÊRENGAN ESAS DIGIRIN'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Andok da zanîn ku şaşitiya polîtîkayên rejîma Baasê ya di sala 2004'an de rê li ber komkujiya Qamişlo vekir, bi tabloya giştî ya roja îro li Rojava û Sûriyeyê derketiye holê piştrast bûye û diyar kir ku weke tevger ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ew li sînoran naaliqin. Xebat Andok da zanîn, ku nêzîkatiyên wan ên esasî ji bo çareseriyê, xurtkirina demokrasiya herêmî û jîndarkirina cihêrengiyan e û ev xal destnîşan kir: "Em hewl didin hemû cihêrengiyan bidin jiyîn. Ereb be Ereb, Kurd be Kurd; Têkoşîna me ji bo wê ye ku hemû gel bi cehwera xwe bijîn. Dema hewl didin me tine bikin, rihê me yê azadiyê vê êrîşê qebûl nake û dibe sedem ku em hebûna xwe biparêzin. Nêzîkatiya me ya li têgîna neteweyê, xwe dispêre zîhniyetê hevpar. Em dixwazin feraseke civakî bikin sîstem ku hev du nas dike, cihêrengiyên hev qebûl dike û xwe li ser ya din ferz nake. Yên xwe nêzî vê nakin jî dewlet in. Serdestan xwestin di komkujiya Qamişlo de şerê Kurd-Ereban derxînin. Serdestan pirsgirêkên Rojhilata Navîn afirandin, ne gelan."

'EM LI SÎNORAN ASÊ NAMÎNIN, LÊ..."

Andok da xuyakirin ku ti nêrîna Kurdan a veqetîna ji Sûriyeyê nîne, lê belê bi ti awayî tawîzê ji azadiya xwe nadin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Lê belê eger me qebûl neke, êrîş bike û ti guherîn-veguherînê nejî, em ê jî rewşeke bi vî rengî qebûl nekin. Eger jiyaneke Kurdan a bi Sûriyeyê re bibe, ew jî wê bi dewleta xwedî demokrasiyê bibe. Divê sîstema kanton a Kurdan mîna xwe bê qebûlkirin. Eger ev bibe, gelê Kurd dikare li welatê hevpar ê Sûriyeyê bijî. Eger ev nebe, li gorî şert û mercê demê, Kurd wê bêyî ji azadiya xwe tawîzê bidin, bi her awayî têbikoşin."

'CÎHANA ROJAVA YPG'Ê QEBÛL DIKE LÊ RÊBERÊ WÊ QEBÛL NAKE'

Xebat Andok got, "Xerca bingehîn a Rojhilata Navîn û Sûriyeya demokratîk wê Kurd be" û destnîşan kir ku ev rastî, bi herikîna bi mîlyonan mirovan di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, îspat bûye. Andok diyar kir ku berxwedana li Kobanê û xwedîderketina gelên cîhanê li vê berxwedanê tê wateya valaderxistina planên sala 2004'an ên li Qamişlo. Andok bal kişand ser nêzîkatiyên hêzên Rojavayî li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd û got, "Nêzîkatiya wan a li Tevgera Azadiyê ya Kurd diyar e. Hînê hemû bi çavê terorîstî lê dinêrin. Qaşo gelekî girîngiyê dide gelê Rojava, lê belê nêzîkatiya wan li Rêber Apo ku gelê Rojava ji xwe re weke Rêber dibîne, li holê ye. Li aliyekî dibêjin ew li cem YPG/YPJ'ê ne, lê li aliyê din wê ji kesê YPG/YPJ ji xwe re Rêber dibînin, bêjin terorîst. Ev yek rewşeke nakok e."

Andok ragihand ku YPG û YPJ parêzvanên partiyekê bi tenê nînin, hêza çekdarî ya tevahiya gelê Rojava û hêza cewherî ya sîstema civakî ye û aaftina xwe, bi pîrozkirina serketina YPG û YPJ'ê, bi dawî kir.

DI 12'Ê ADARA 2004'AN DE LI QAMIŞLO ÇI QEWIMÎ BÛ?

Di 12'ê Adara 2004'an de di maçeke futbolê ya li bajarê Qamişlo de tîma El Cîhad a Qamişlo û tîma El Ftuwe ya bajarê Derazo hatin pêşberî hev. Di dema rêveçûna maçê de li trîbunan di navbera alîgiran de pevçûn derket. Pevçûna di navbera alîgirên tîma Qamişloyê ku piraniya wan Kurd bû û alîgirên tîma Derazot ku neteweperestên Ereb bû, di demeke kurt de veguherî pevçûna Kurd û Ereban. Di vê pevçûna li trîbunan de çar kesî jiyana xwe ji dest dan û pevçûn piştî rojekê jî dewam kir. Êrîşa neteweperestên Ereb a li hemberî Kurdan di merasîma cenaze de jî dewam kir. Di van êrîşan de hêzên rejîma Baas jî li gel neteweperestên Ereb tevgeriyan. Vê rewşa ku di navbera Kurdan de rê li ber nerazîbûneke mezin vekir, li gelek bajarên Sûriyeyê Kurd rakir serhildanê. Di bûyerên ku veguherîn pevçûna Kurd-Ereban de, piraniya wan Kurd 39 kesî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn.