Amûdê alîkariya koçberên Sûriye yên ji şer û pevçûnan direvin dike

Amûdê alîkariya koçberên Sûriye yên ji şer û pevçûnan direvin dike

Piştî bêtirî sal û nîvekê li ser şerê di navbera komên çekdar û rejîma Sûryeyê de, bûyerên kuştin û zordariyê her ku çû zêdetir bû. Ev şer bû sedema koçberkirina bi hezaran welatiyên Sûriyeyî. Loma rewşa koçberên ji ber vî şerî ve reviyane, di astekî metirsîdar de ye. Aloziya ji ber şerê di navbera Sûriyeyê û komên, hişt ku koçber berê xwe bidin deverên aram li hundir û derveyî Sûriyeyê. Bajarê Amûdê jî yek ji wan bajarên ku malovanî li van pêlên koçberan kiriye.

Amûdê bi xelkên xwe destê alîkariyê dirêjî van mirovên koçber dikin û li gorî derfetên di destên wan de alîkariyê dikin. Ji her hêlê ve pêdivyên jiyanê ji van koçberan re têne peydakirin.

Xanim Alî tevî du keçên xwe ku ji ji bajarê Helebê koçber bûne, wiha rewşa koçberiya xwe anîn ziman: "Em ji taxa Meydan ya bajarê Helebê ne, ji ber şer û pevçûnan, em neçar man ku berê xwe bidin bajarê Amûdê, xelkê bajarê Amûdê li gorî derfetên xwe alîkariya me kirin . Hin ji wan nivîn dan me, hinên din jî her roj, nan ji hemû koçberan re tînin".

Xanim Axaftina xwe wisa dewam dike: "Alîkariya herî mezin ji aliyê Mala Gel ve hat. Mala Gel dibistanek ji me re vala kir û niha em lê dimînin û hemû pêdiviyên jiyanê yên bingehîn ji me re anîn. Ev alîkariya wan hişt ku hinek be jî kul û êşên me sivik bibe".

Penaberek din bi navê Yasir Seîd Arebo ji xelkên Dêra Zorê ye, li ser rewşa hatina xwe ya deverê wiha axivî : "Ez berê dihatim mala şêxekî ji Amûdê, demê şer li cem me dest pê kir ez û xuşka xwe hatin cem wan, lê mixabin derftên wan ne ewqas in, loma hin xwedî xêran berê min dan aliyê Mala Gel û berê me dane vê dibistanê ku em niha lê dimînin. Xelkê bajar jî li gorî ku ji destên wan hatî, alîkariya me kirin, bi rastî xelkên bajarê Amûdê pir merd in ".

Her wiha Hiyam Mihemed Alcemad ku ji taxa Bistan Albaşa ye ya bajarê Helebê hatiye wiha axivî: "Şer li taxa me dijwar bû, ji ber vî şerî em reviyan, niha jî em nizanin ka çi bi ser mala me hat. Ji ber şer û topbaran ti cudahî naxe di navbera sivîl û çekdaran.

Heta êrîş li ser mala hewandina yextiyaran hate kirine, topbarana balafiran jî lê hate kirin". Hiyam Axaftina xwe berdewam dike "piştî em gihiştin bajarê Amûdê xelkên bajar alîkariya me kirin û Mala Gel alîkariya xwe ji me kêm nekir û ji hemû aliyan ve hewl dide ku pirsgirêkên me çareser bike. Wekî din hin kesên serbixwe û saziyên alîkariyê, destê alîkariyê dirêjî me dikin".

Hiyam di berdewama axeftina xwe de, bal kişand li ser ceyran pirsgirêkên xwe û wiha got: "Em ji pirsgirêka qutbûna elektrîkê dijîn, ji ber kabloyê elektrîkê pir zirav bûye û ewqas malên koçber ranake. Loma ji peywendîdaran hêvî dikin ku têla elektrîkê li vê dibîstanê xûrt bikin. Ji ber qûtbûna elektrîkê pirsgirekek me ya rojane ye".