Serokê duyemîn ê Amed Sporê Nûrûllah Edemen, li ser êrîşa nîjadperestî ya duh a di dema maça li hemberî tîma Ankaragucu de li hemberî wan hat kirin, daxuyaniyek da.
Edemen diyar kir, ji ber helwest û têgihiştineke federasyonê li dijî wan afirandiye, êrîş tên kirin û ragihand, ku piştî tîma wan gola duyemîn avêt, rêveberên Ankaragucu nerazîbûn nîşanî wan dane. Edemen got, "Li beşa protokolê ya trîbunê êrîşî me kirin. Temamiya kesên êrîşî me kirin, xwedî qerta akredîtasyonê bûn. Ji ber êrîşê bêvila min şikestiye. Ser çavê hevalê me Soran Mizrak xwîn bû. ji destpêka sezonê ve hewl tê dayîn li hemberî Amedsporê têgihiştineke neyînî were afirandin. Ji ber afirandina vê têgihiştina neyînî, ev bûyer rû didin."
'DIXWAZIN TÊKOŞÎNA ME QELS BIKIN'
Edemen bibîr xist, ku di maça wan a li hemberî tîma Keçîorengucu de bi îdîaya ku alîgirên Amedsporê dirûşmên 'nîjadperestî û îdeolojîk' qîriyan e 3 pûanên wan hatine jêbirin û got, "Me dîmenên 90 deqe yên vê maçê di medya civakî de parve kiribûn. Bi taybetî me ew deqeyên ku federasyon qala wê dkin, parve kir. Em li dîmenên vê maçê yên ku di qenalên neteweyî de hatine weşandin temaşe bikin, gelo li kîjan devera vê maçê gotineke îdeolojîk heye? Ev hemû ji bo şikandin û qelskirina têkoşîna Amedsporê ye."
Edemen bibîr xist ku wan tîma Ankaragucu li Amedê bi wesayîtên taybet wergirtine û birine taştê dane wan û got, "Ev tişta li hemberî me hatiye kirin, li sporheziyê, li mirovahiyê nayê."
Ji parêzerên Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî ji Dozgeriya Komarê û Wezareta Spor û Ciwanan xwest ku bûyerê lêkolîn bikin û yên federasyon berpirsyaran ceza bike.