Amedî: Em tevlî meşa Amarayê bibin

Amediyan, ji bo pîrozkirina 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li gelê Kurd kirin, ku biherike Amarayê.

Amediyan, ji bo pîrozkirina 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li gelê Kurd kirin, ku biherike Amarayê.

Amediyan nerazîbûn nîşanî hewldanên dewleta Tirk ên ji bo qedexekirina pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê yên li Amarayê dan. Amediyan diyar kirin, ew ê ti carî serî li ber qedexe û astengiyên hikûmeta AKP'ê netewînin û bang li gelê Kurd kirin, ji bo tevlî pîrozbahiyên li Amarayê bibe.

ARÎF ÎLHAN: Meşa Amarayê her sal tê lidarxistin. Em astengiyên îsal tên derxistin şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin, ku biçe Amarayê. Daxwaza me ew e, ku ev rêveberiya zordar derhal hilweşe. Bi hêviya hatina wan rojan.

LEVENT OZDEMÎR: Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan de ez rojbûna tevahiya gelê Kurd pîroz dikim. Ne tenê meşa Amarayê, ji ber polîtîkayên şer ên dewletê îsal her tiştên bi navê aştiyê hatin qedexekirin. Tevî ku ew şer dixwazin jî em ê her tim bêjin aştî, aştî, aştî. Di serî de gelê Amedê em bang li hemû gelên li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê dijîn dikin, ku ji bo tevlî pîrobahiyên rojbûna Rêberê me bibin, bên Amarayê.

MAHSÛN OKAN: Meşa Amarayê ji bo gelê Kurd rojeke girîng e û bang li tevahiya gelê Kurd dikim, ku li wir li hev bicive. Em astengiyên dewletê yên li pêşiya vê çalakiya rûtîn, rast nabînin. Û bang li gelê Kurd dikin ku tevlî meşa Amarayê bibe.

ÎHSAN GULER: Ji vê derê bang li tevahiya gelê Kurd dikim: Em li bendê ne her kes di 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan de li Amarayê bin.