Amed xwedî li cenazeyên gerîlayan derket

Amed xwedî li cenazeyên gerîlayan derket

Li Amedê li gel mudaxeleya polîsan cenazeyên gerîla Hakan Ceylan û Hîcran Gersiyor bi dirûşimên "Şehîd namirin" û di nava mija gazê de spartin axê. Di merasîma cenaze de ciwanê rupêş axivî û diyar kir ku Goristana Yenîkoyê bûyer qada berxwedanê û wiha got: "Em dê berxwedana Serok Apo û gerîla esas bigirin. Li vî bajarî ji bîlî berxwedanê tu riyên din nemane. Bila tu kes êdî behsa aştiyê nekin. Ji ber ku tu kes nikare me îkna bike. Heke nêzîkahiya li hemberî şehîdên me ev be bila tu kes behsa aştiyê neke. Tenê kesek dikare behsa aştiyê bike ew jî Serok Apo ye. Em tenê li benda berxwdana gerîla nabin kî çi dikarî bike dê wê bike."

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Hakan Ceylan (Dijwar Amed) û Hîcran Gersiyor (Axîn Viyan) ên ku di 22'yê mijdarê de li navçeya Dara Henê ya Çewlîkê jiyana xwe ji dest dan piştî 3 rojan li gel êrîşê polîsan bi slogan "Şehîd namirin" û mija gazê spartin axê. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîş li koma cenaze hildigirtin kir. Ji ber bombeyên gazên û ava şid gelek kes birîndar bûn.

Girseyê jî bi keviran bersiva polîsan da. Di dema mudaxeleyê de solên ji piyên welatiyan bû polîsan komkirin. Ligel solan polîsan qalikên bombeyên gazê û gulên plastîk jî komkirin. Polîsa ji bîlî bombeyên gazê, ava şid û gulên plastîk bi keviran jî êrîş li girseyê kir. Kevirê polîsan avêt li Nûçegihanê ETHA'yê Serdal Işik ket û birîndarbû di ambulansê de hate dermankirin. Di êrîşê de gelek welatî birîndarbûn û dema welatiyên birîndar bi ambulansan hatin dermankirin amirekî polîsan ji welatiyekî re got, "Hun bêdîn û îman in. Ne dînê we ne jî îmana we heye" heqaret kir.

Ligel hemû mudaxeleyên polîsan cenazeyên gerîlayan bi slogana "Şehîd namirin" spartin axê. Piştî karên veşartinê Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axaftinek kin kir û wiha got: "Gel ji bo layîkî şehîdên xwe derbikevin xwestin bi meşekê wan veşêrin. Lê faşîzma AKP'ê weke her car disa bi polîsan êrîş kir. Gelê Amedê îro got hun nikarin me têk bibin." Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî wiha got: "Berî her tiştî ez berxwedan gelê Amedê ya bi rûmet a li hemberî faşîzma AKP'ê silav dikim. Êdî tu gotin neman e. Êdî ya em bikin xwedî li şehîdên xwe derketin û xwedî li Birêz Ocalan û gerîla derketin e. Em dê hêj bêtir xwedî lê derkevin da ku faşîzma AKP'ê bibîne ku ev gel ji şehîd û gerîlayên xwe re nabêje terorîst û ew şervanên azadiyê ne nîşan bide. Bila faşîzma AKP'ê baş bizane ku ev gel dê her tim xwedî li ewladên xwe derbikeve. Heta kesek tenê jî dibîme em dê têkoşîna xwe bidomînin. Em weke îro jî ji polîsên we natirsin. Hêza polîs hêza dagirkeriyê ye û hêza dijmin e dê li vir biqewire."

'HEKE EV BERXWEDAN NEBA DÊ ÇAVÊN WAN VEKIRÎ ÇUBAN'

Bavê gerîla Hakan Ceylan Abdullah Ceylan jî wiha got: "Hûn xwedî li zarokên xwe derketin. Ez jî weke rêhevalekî wan spasiyên xwe ji we dikim. Heke ve berxwedan neba dê çavên wan vekîrî çûban." Bavê gerîla Hîcran Gersiyor Bekîr Gersiyor jî wiha got: "Ez jî tenê dixwazim vê yekê bêjim. Ez qurbana vî gelê bi rûmet bibim. Ew şehîda min nîn e şehîda hemû gelê kurd e."

'ÊDÎ TENÊ KESEK DIKARE BEHSA AŞTIYÊ BIKE EW JÎ SEROK APO YE'

Di merasîma cenaze de ciwanekî rupêş bi kurdî axivî û wiha got: "Em dê berxwedana Serok Apo û gerîla esas bigirin. Li vî bajarî ji bîlî berxwedanê tu riyên din neman e. Bila tu kes êdî behsa aştiyê nekin. Ji ber ku tu kes nikare me îkna bike. Heke nêzîkahiya li hemberî şehîdên me ev be bila tu kes behsa aştiyê neke. Tenê kesek dikare behsa aştiyê bike ew jî Serok Apo ye. Em tenê li benda berxwdana gerîla nabin kî çi dikarî bike dê wê bike. Êdî hem rê ji ciwanên Amedê re rewa ne. Ji ber ku çiqas em dibêjin aştî û biratî bi rêbazên cuda bi ser me da tên. Em dê çawa vê yekê qebûl bikin?"

Piştî axaftina girse bi slogana "Şehîd namirin" bi wesayîtan çûn Mala Şînê ya Pasuriyan. Di derketina goristanê de polîsan kontrola nasnameyan kir. Di navbera welatiyên nedixwastin nasnameya xwe nîşanî polîsan bidin û polîsan de rageşî derket. Piştî rageşiyê apên gerîla Hakan Ceylan Zeyad û Umît Ceylan hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku Apê Ceylan Zeyad Ceylan ji aliyê polîsan ve hate darpkirin.

Piştî axaftinan girseyê konê çînê yên ji bo Bîlgîç li taxa Kocatepe ya navçeya Şehîdkamîl hate vedan ziyaret kir.