Li Taxa ku bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê pîrozbahî lê bê kirin, amadekarî temam bûn, şêniyên Amarayê û mêvan ên ku bi coşek mezin li benda sibehê ne, vê şevê bi fîşekên hewayî pîroz kirin.
Li Taxa ku bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê pîrozbahî lê bê kirin, amadekarî temam bûn, beriya pîrozbahiyê bi saetan coş di astek jor de ye. Tevî dorpêç û pêkanînên terorê yên dewletê jî ziyaret heta derengê şevê jî kêm nebûn. Şêniyên Amarayê û mêvan ên ku bi coşek mezin li benda sibehê ne, vê şevê bi fîşekên hewayî pîroz kirin. Fîşekên hewayî yên li gelek nuqteyên Amarayê teqiyan asîman ronî kirin, gel bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Rojbûna Te Pîroz Be Ey Serok” û “Bi Can Bi Xwîn Em Bi Te Re Ne Ey Serok” deng dan bêdengiya şevê. Gel heta saetên dereng jî li mala ku Ocalan ji dayik bûyî sohbetê dike û li benda pîrozbahiya sibehê ne.