Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn diyar kir ku encamên bi "Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo" ra hatin bi dest xistin girîng in û got, "Ev bûyereke mezin e. Hem ji bo YPG û YPJ hem jî ji bo Kurdên li çar parçeyan xwedî wateyeke stratejîk e."
Altûn da xuyakirin ku nevanda şerên li Rojhilata Navîn û berxwedana Kurdan niha Rojava ye û destnîşan kir ku di nava çar parçeyên Kurdistanê de Rojava di rewşeke bingehîn de ye. Altûn diyar kir ku hemû bûyer û qewimînên li Rojhilata Navîn ji nêz ve bandorê li çar parçeyên Kurdistanê jî dikin û got, "Di warê asta ku têkoşîna azadiyê ya Kurd gihaştiye de, qîmeteke gelekî mezin a Rojava heye. Lewma roleke navendî dilîze. Pêngava ku YPG û YPJ'ê heman piştî serketina Kobanê da destpêkirin gelekî girîng û stratejîk e. Ev pêngava ku ev du meh in dewam dike, bi rizgarkirina Til Ebyad re bi giranî gihaşt encamê. Dibe ku hin armancên din ên biçûk mabin, lê hedefên cidî nînin."
ENCAMÊN LEŞKERÎ YÊN PÊNGAVA FERMANDAR RÛBAR QAMIŞLO
Altûn da zanîn ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo, hem ji aliyê encamên bandorê li çar parçeyên Kurdistanê bike hem jî ji aliyê bandora li Rojhilata Navîn ve xwedî qîmeteke stratejîk e û destnîşan kir, ku divê şer û pevçûnên li Sûriyeyê ji niha û pê ve li gorî vê yekê ji nû ve bê nirxandin.
Altûn da xuyakirin ku dema li rewşa erdnîgariya heyî were temaşekirin wê bê dîtin ku ev rewş, gelekî girîng û stratejîk e û got, "Bi taybetî bi berxwedan û serketina li Kobanê re moralek derketibû holê. Pêngava ku li ser vê moralê destpê kir, rê li ber encamên gelekî mezin vekir. Piştî çiyayê Evdilezîz, têkoşîn û serketina li Til Ebyadê, hem ji aliyê Kurdan hem jî ji aliyê hêzên li dijî Kurdan şer dikin ve, rê li ber encamên girîng û cidî vekirine."
'ÇIYAYÊ EVDILEZÎZ JI BO DAIŞ'Ê WINDAHIYEKE STRATEJÎK E'
Altûn bibîr xist ku çiyayê Evdilezîz, xeteke ji Şengalê destpê dike û digihêje heta Serêkaniyê û destnîşan kir ku aliyê li Rojava yê vê xetê bi temamî ji DAIŞ'ê hatiye paqijkirin. Altûn got, "Yanî xetên sînor bi temamî ketin bin kontrola hêzên YPG û YPJ'ê. DAIŞ'ê di vê herêmê re hêz û destek ji Iraqê dianî û êrîşî Şoreşa Rojava dikir. Ji bo DAIŞ'ê ev herêm stratejîk bû. Bi kontrolkirina vê herêmê re timî gef dixwar û xetere bû. Bi windairina vî çiyayî û derdora wê re DAIŞ'ê ev pozîsyona xwe winda kir."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn da xuyakirin ku serketina duyemîn a girîng serketina Til Ebyadê ye û ev xal destnîşan kir: "Encameke gelekî girîng a pêngava hatiye meşandin e. Encamên ku dikare bandorê li gelek hêzan bike ye. DAIŞ bi kontrolkirina Til Ebyadê re kembera Ereb a di navbera kantonan de diparast. Her wiha di ser Kaniya Xezalan re, bi têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re destekeke mezin werdigirt. Bi rizgarkirina Til Ebyadê re, polîtîkaya dihat xwestin di ser DAIŞ'ê re li Rojhilata Navîn were meşandin û nuqteya bingehîn a şerê li dijî Kurdan dihat meşandin, ji holê rabû. DAIŞ'ê destekeke xwe ya mezin winda kir."
TIRKIYEYÊ ÇEPEREK WINDA KIR
Altûn da zanîn ku encama bi Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo re bi dest ket, hem têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de qut kir hem jî dawî li êrîşên DAIŞ'ê yên dixwest di ser Iraqê re li hemberî Rojava bike, anî û got, "Ev bûyereke mezin e. Hem ji bo YPG û YPJ'ê hem jî ji bo Kurdên li çar parçeyan xwedî girîngî û wateyeke stratejîk e.
Encama herî girîng jî, yekîtiya hêza bi yekbûna Kantonên Kobanê û Cizîrê re derket holê li ser bingeha parastina van herêman, peydabûna mewziyeke nû ye. Ev tê vê wateyê: Êdî ti hêz nikare li vê herêmê bibe xwedî bandor, nikare siyasetê bimeşîne. Lewma siyaseta Tirkiyeyê derbeke mezin xwariye. Ji ber ku Tirkiyeyê di ser El Nûsra û DAIŞ'ê siyaset meşand û razemeniyên xwe yên bingehîn ên li Iraq û Rojava, ev rêxistin bûn. Dewleta Tirk bi van hêzan re têkiliyeke girêdayîna stratejîk danîn. Di vê siyasetê de israr kir."
DAIŞ JI ALIYÊ LEŞKERÎ, TIRKIYE JI ALIYÊ SIYASÎ VE TÊK ÇÛN
Altûn da xuyakirin ku dewleta Tirk çeperên gelekî girîng winda kiriye û got, "Siyaseta Tirkiyeyê winda kiriye. Têkçûna leşkerî ya DAIŞ'ê, têkçûna siyasî ya polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn e. Her wiha hêzên bi awayekî vekirî yan jî veşartî li Iraqê bi DAIŞ'ê re di nava têkiliyê de ne, ji aliyê siyasî ve winda kirin."
'PÊWÎSTIYA TIRKIYEYÊ BI TIL EBYADEKE NÛ HEYE'
Altûn diyar kir ku rewşa heyî ya li Til Ebyadê derketiye holê, Tirkiye ji xwe re weke xeteriyeke stratejîk dibîne û destnîşan kir ku ji ber vê yekê demagojiyê dike. Altûn got, "Bi hevberkirina YPG/YPJ û DAIŞ'ê re, hewldana nîşandana YPG/YPJ'ê weke hêzeke xetere, tespîtên ji rêzê nînin. Ev gotin tê vê wateyê: Siyaseta heyî ya Tirkiyeyê pêwîstiya xwe her tim bi qadên weke Til Ebyad ên li Rojavayê Kurdistanê heye. Eger nikaribe qadeke bi vî rengî ava bike Tirkiye hem wê li Rojhilata Navîn bi temamî îzole bibe hem jî bandora xwe winda bike û polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriye û Rojava wê bi temamî têk biçe."
'ÊRÎŞÊN LI DIJÎ EZAZÊ BI DESTEKA TIRKIYEYÊ TÊN KIRIN'
Altûn anî ziman ku tevgera DAIŞ'ê ya ji Reqayê destpê kir, tevgereke pêwendiya xwe bi Tirkiyeyê re heye û got, "Êrîşên li dijî Ezazê bi giranî bi rênîşandan û desteka Tirkiyeyê tên kirin. DAIŞ dixwaze di vê demê de pozîsyoneke karibe bi awayekî aktîf şer bike, bi dest bixe. Û eger karibe vê pozîsyonê bi dest bixe, bi desteka ji Tirkiyeyê werdigire re, wê hem pêşî li yekbûyîna kantonan bigire hem jî Tirkiye ji bo DAIŞ'ê bibe qenaleke li cîhanê rola xwe pê bilîze. Eger di vî şerî de bi ser bikeve, kantona Efrînê tesfiye bike û bi Îdlîbê re bibe yek, wê bixwaze êrîşî qadên bingehîn ên rejîm xwe dispêrê. Di rewşeke berevajî de wê nikaribe li hemberî rejîmê li ber xwe bide."
'KURD Û PKK HÊZA HERÊMÊ YE'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn da zanîn ku têkoşîna bi pêşengiya PKK'ê û berxwedana li Rojava nîşan didin ku êdî li holê hêzeke nû heye û got, "Rewşeke nû ya hêzê derket holê. Kurd li vê eniyê li ber xwe didin û ya ku niha bi bandor e paradîgmaya PKK û Rêbertiya wê ye. Têkoşîna bi pêşengiya PKK'ê û vegotina vê ya şênber Rojava ye."
'TIL EBYADÊ RÊ LI BER DEMEKE NÛ VEKIRIYE'
Altûn da xuyakirin ku Til Ebyad û hilbijartinên li Tirkiyeyê ji bo Kurdan demeke nû ye û got, "Kurd, bi taybetî jî PKK, YPG/YPJ û Kurdên li çar parçeyan wê hemû bûyeran gelekî baş binirxînin û gelekî baş hesap bikin ku berê xwe bidin kîjan alî. Serketina bi dest ketiye, derfetên siyasî û dîplomatîk afirandine."
Altûn di vê dema nû de bal kişand ser girîngiya yekîtiya di navbera Kurdan de û got, "Weke ku Rêberê me ji destpêkê ve dibêje, rêxistinbûyîneke Kurd şert e. Kî xwe nêzî vê neke, wê winda bike. Kî xwe û berjewendiyên xwe esas bigire wê winda bike û îro ev encam derketiye holê. Kî bi ser ketiye? Paradîgmaya PKK'ê, paradîgmaya Rêbertiyê ya ku bi rastî jî yekîtiyê esas digire, azadiyê esas digire û siyaseta demokratîk esas digire, bi ser ketiye."