Altûn ê ku li Kaynartepeyê hat qetilkirin ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin

Cenazeyê Omer Altûn ê ku di şerên li Taxa Kaynartepeya Rezanê de jiyana xwe ji dest da û piştî 22 rojan rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê, îro bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Cenazeyê Omer Altûn ê ku di pêvajoya îlankirina terora dewletê ya li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê jiyana xwe ji dest da û piştî 22 rojan rakiribûn Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê, ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Cenazeyê Altûn li gundê Zayzak a girêdayî navçeya Erdîşa Wanê bi merasîmekê ve hat definkirin. 

Parlamentera HDP’ê yê Wanê Tûba Hezer, Rêveberên DBP’a navçeyê, MEYADER û Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê jî di nav de bi hezaran kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Di merasîmê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Altûn hatin vekirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” qîr kirin, bi gotinên “Ti bi xêr hatî rûmeta me” û bi tilîliyan hat pêşwazîkirin.

Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Altûn ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Di merasîmê de Hevserokê MEYADER’a Şaxa Wanê Îdrîs Şeybak axivî û wiha got: “Her ruhê ku dimire ruhê me ye. Yên ku dikevin axê em in, yên dimirin em in, yên ku li hember mirinan bêdeng dimînin jî disa em in. Her ku em li hember şer bêdeng bimînin em ê her bên qetilkirin. Divê çi Kurd an jî Tirk, her kesê ku li ser vê xakê dijî li hember van şeran bêdeng nemînin.”