Aloziya Hewlêr û Bexdayê mezin dibe

Aloziya Hewlêr û Bexdayê mezin dibe

Tê angaştin ku li Başûrê Kurdistanê di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ya ber bi Kerkûkê ve tê pevçûn çêbûne. Aloziya di navbera Kurdan û Bexdayê de her ku diçe kûrtir dibe.

Piştî ku artêşa Iraqê ya di bin kontrola Serokwezîrê Iraqê yê Şiî Nûrî El Malikî de ber bi herêmên bi nakok ên di navbera Başûrê Kurdistanê û Iraqê de hate şandin, krîza di navbera her du aliyan de êdî gihişt pêvajoyeke nû.Hat ragihandin ku duh li bakûrê Tîkrîtê pevçûnek qewimiye û di encamê de 12 leşkerên Iraqê û sivîlek hatine kuştin.

Çavkaniyên ji herêmê jî dan zanîn ku ev bûyer di encama pevçûnê de rû nedaye, tê diyarkirin ku êrîşeke bobmeyî li dijî karwana leşkerî ya Iraqê pêk hatiye.

Ev demek dirêj e ku li bajarê Tîkrîtê ku ev bûyer lê qewimiye, artêşa Iraqê li hemberî hêzên çekdar ên Îslamî yên radîkal operasyonan pêk dianî.

ROJA ÎNÊ PEVÇÛN QEWIMÎBÛ

Roja înê di navbera hêzên her du aliyan de pevçûnek çêbibû û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest dabû. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman dabû hêzên Pêşmerge ku “ji hemû pevçûn û hemû rewşan re amade bin”. Parlementoya Herêma Kurdistanê jî danezanek belav kir û aşkere kir ku Hêza Operasyonê ya Dîcle ya ku tê gotin bi armanca “li dijî terorê” hatiye avakirin, ne rewa ye û ne li gorî yasaya Iraqê ye.

GELO ARMANCA HÊZA DÎCLEYÊ BIDESTXISTINA HERÊMÊN BI NAKOK E?

Di van demên dawiyê de têkiliyên di navbera rêveberiya Hukûmeta Navendî ya Iraqê û Hukûmeta Herêma Kurdistanê her ku diçin aloztir dibin. Ev aloziya ji ber ku para Herêma Kurdistanê ya ji petrol û dahatên din ên welêt nayên dayin dest pê kirin. Piştî ku hêza Dîcleyê hate avakirin, aloziya di navbera her du aliyan de dijwatir bû. Ev hêza Dîcleyê piştî xwest di serî de li Kerkûkê, li gelek bajarên Kurdistanê bi cih bibe, li rastî berdekek tund a rêveberiya Herêma Kurdistanê hat. Şandina van hêzên artêşa Iraqê ber bi Başûrê Kurdistanê ve, ji aliyê Kurdan ve weke hewldaneke provakatîf hate binavkirin. Jixwe li van bajarên bi nakok hêzên Pêşmerge hene û bajaran diparêzin.

Tê diyarkirin ku ev hêza Operasyonê ya Dîcleyê ji bo serweriya Kerkûk û bajarên din ên bi nakok (Musil, Xaneqîne...) bi dest bixe hatiye avakirin. Bi heman awayi dixwazin Meclîsa Bajêr a Kerkûkê jî dixwaze ku Hêza Operasyonê ya Dîcleyê were belavkirin li şûna wê Kurd û Tirkmen cih bigirin.

Hêzên Pêşmerge yên ku parastina Başûrê Kurdistanê pêk tînin, li gel ku di destê wan de çekên hêzên hewayî tune ye, lê gelek çekên giran û wesayitên zirxî hene. Li gelek hêza yêdek, zêdetirê 250 hezar pêşmerge hene. Li Başûrê Kurdistanê leşkeriya neçarî tune ye, lê tê diyarkirin ku hejmara hêzên profesyonel ên Pêşmergeyan derdora 250-400 hezar e.

Nêzî 350 hezar leşkerên artêşa Iraqê jî hene. Li gorî yasaya Iraqê diviyabû ji sedî 17ê artêşa Iraqê ji Kurdan pêk bihata, lê ev rêje tenê ji sedî 4-5 e. Butçeya artêşa Iraqê salane 15-20 milyar dolar e. Ji bo nûjekirina artêşa Iraqê di warê cebilxaneyan de gelek hewldan tên kirin.

Li gorî hin çavkaniyan, li Iraqê xizmeta leşkertiya neçarî tune ye, lê Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malikî dixwaze xizmeta leşkerî ya neçarî bûne. Balkêş e ku ev mijar di demekê de ku aloziya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de dijwar dibe hate rojevê.