Aloziya di navbera Îranê û hêzên Kurd de didome

Kurd li Tirkiye, Suriye û Iraqê di nava têkoşîneke aktîf de ne û pozîsyona xwe ya li hemû herêman xurt dikin.

Kurd li Tirkiye, Suriye û Iraqê di nava têkoşîneke aktîf de ne û pozîsyona xwe ya li hemû herêman xurt dikin.

Dewleta Îranê jî ji pozîsyona Kurdan a li herêmê aciz e û li hemberî tevgera Azadiya Kurd û Rojhilatê Kurdistanê polîtîkaya êrîşkariyê dimeşîne. Em mijarê ji herêmên sînor ên Başurê Kurdistanê yên nêzî Rojhilatê Kurdistanê ye dişopînin.

Em bi Rênas re li herêma sînor ku operasyonên Îranê yên li hemberî PJAK’ê tê meşandin hatin cem hev.

Rênas da zanîn ku êrîşên Îranê pêwendiya xwe bi qewimînên li herêmê re hene û diyar kir ku Tehranê piştî şoreşa Îslamî yekem car artêşa ji 15-20 hezar leşkerî şandiye Kurdistanê.

PIŞTÎ ŞOREŞÊ YEKEM CAR KET KURDISTANÊ

Rênas wiha berdewam kir: “Kurd statuya xwe ya li Rojhilata Navîn diyar dikin. Kurd li herêmê xurt dibin. Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî ji vê ne dûrin. Bê guman pirsgirêkên gelên li Îranê û Kurdan jî hene. Me jî di demeke kurt de bang li Îranê kir ku pirsgisrêkan çareser bikin.  Ev jî Îranê ditirsîne. Ditirsin ku tevgera me ji Rojhilatê Kurdistanê re pêşengiyê bike. Li şûna ku bersivek erênî bidin dikevin nava hewldaneke êrîşkar. Di mehên biharê de li herêmên Kurdan operasyon hatin kirin û 200 sivîl hatin binçavkirin. Piraniya van hatin girtin.

Piştî bûyerên Mahabadê 300 kes hatin girtin.  Cihê ragirtina piraniya wan ne diyare. Zextên li ser girtiyan zêde bûye. Tehdîda darvekirinê her tim di rojevê de ye.”

Rênas destnîşan kir ku Îranê li Rojhilatê Kurdistanê mîlîtarîzm zêde kiriye û wiha pêde çû: “Li Rojhilatê Kurdistanê hêzên Spahî, Nîroyî întîzamî,  Pastar û Besîç hebûn.  Lê piştî şoreşa Îslamê yekem car îsal Artêşa Îranê 15-20 hezar leşker şand Rojhilatê Kurdistanê. Vana li bajarê Kum perwerdeya taybet girtibûn.

Leşkerên Îranê li sînorê Bakur û Başûr bi cih bûne. Ev ji Zagrosê heta bajarê Mako dihundirîne. Operasyonên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê jî  zêde kiriye.

Dewleta Îranê hewl da ku di navbera gelên Azerî, Belucî û Kurdan de pevçûnan derxîne. Mînak li Urmiyê navê kolanên Kurdî guhertin û navên Azerî lê danîn.  Lê me demek berê banga hevkarî û diyalogê li van gelan kiribû. Îran jî dixwaze vê berevajî bike û pevçûnê biafirîne. Dixwazin erdnîgariya Kurdan texrîb  bikin.”

Rênas da zanîn ku êrîşên Îranê di rewşa heyî de şert û mercên agirbesta 2011’an de şûnde hatiye rakirin. Rênas wiha pê de çû: “Tehranê agirbesta 2011’an bi PKK an jî KCK’ê re kir lê niha operasyonan li dijî PJAK’ê pêk tîne. Lê pevçûn ne di navbera KCK û Îranê de bû.  Tenê peyman hatibû kirin di encama navbeynkariya KCK’ê de bû. Em tevî her tiştî bi hestiyar tevdigerin.

Xebatkarekî Îstîxbarata Îranê li Otela Ciwanro a Mehabadê hewl dide dest dirêjiyê jineke Kurd bike. Tehran ji rola jinên Kurd ditirse. Îran ji ber ku ji pêşengiya jinên Kurd ditirse, dixwaze îradeya jinên kurd bişikîne.

Me li dijî êrişên li ser gel û operasyonan dest bi amadekariyan kiriye.  Hêzên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) hatiye zêdekirin û ji bo hêzên herêmên hundir jî taqwiye tê kirin.  Li dijî her cureyê êrîşê dikevin nava pozîsyonê.”

Rênas bi lêv kir ku ti eleqeya PJAK’ê bi pevçûna gerîlayan û PDK’a Îranê tine û banga hevkarî û diyalogê li tevgerên Rojhilatê Kurdistanê kir. Rênas wiha got: “Bûyer di demeke ku êrîşên li dijî Îranê zêde bûne de pêk hat. Tehran dixwaze Kurdan bîn hember hev. Me bang li PDK Îranê kir ku xwe rast bike. Bi PKK’ê re hevdîtin bûn.  Lê li dijî PJAK’ê kampanyayek mezin ya reşkirinê tê meşandin.”