Alî Turkman ji aliyê hezaran ve hat definkirin
Cenazeyê Alî Turkman ê di êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP'ê de bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da li Amedê bi merasîmekê hat definkirin.

Cenazeyê Alî Turkman ê di êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP'ê de birîndar bûn û li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihate dermankirin û jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoyê hate definkirin. Parlamenterên HDP'ê Nursel Aydogan û Çaglar Demîrel, hevşaredar û bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bû. Cenazeyê Turkman piştî karên otopsiyê şevê din ji nexweşxaneyê hate wergirtin û anîn Goristana Yenîkoyê. Serê sibê cenazeyê Turkman piştî wecîbeyên olî ji aliyê girseyê ji mizgeftê hat wergirtin û birin goristanê. Di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin" û "Qatil DAIŞ hevkar AKP" hatin berzkirin. Piştî meşê cenazeyê Turkman bi dirûşman hat definkirin.
Hevserokê MEYA-DER'ê yê Amedê Mehmet Yaşar piştî merasîmê axivî û sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got: "Êrîşa bombeyî ya 5'ê Hezîranê ne di mirovahiyê ne jî di wijdanê de cihê wê tineye. Armanca kesên hatin mîtîngê parastina jiyana azad û demokratîk bû. Em vê êrîşê carede din şermezar dikin."
Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî diyar kir ku hêzên kontra xwestin 5'ê hezîranê komkujiyeke mezin li dar bixin û wiha got: "Armanç vîna gelê Kurd şikandin bû. "
Piştî merasîma cenaze komek welatî ji bo sersaxiyê derbasî Mala Şînê ya Hevîdan bûn û beşek jî ji bo cenazeyê Şervanê YPG'ê Mahsum Kural (Rizgar Amed) defin bikin ber bi Licê ve bi rê ketin.